Çalakiyên şermezarkirina komkujiya Parîsê didome - NÛ Bû

Endamên Meclisa Jin a Sêvê bi armanca şermezarkirina qetlîam Parîsê çelengek reş li ber Sefaretxaneya Fransayê ya li Kopenhagê danîn, li bajarê Kassel a Elmanyayê jî mîtîngek hat lidarxistin.

Endamên Meclisa Jin a Sêvê li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi munasebeta 9. Salvegera qetlîama ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) çelengek reş ku bi zimanê Danîmarkî li ser hatibû nivîsandin “Me ji bîr nekir, emê nedin jibîrkirin” li ber Sefaretxaneya Fransa ya li Kopenhagê danîn.

Nûnerên jinan ku di dema danîna çelengê de ya ku beriya mîtînga ku wê 9’ê Çileyê li navenda Kopenhagê bê lidarxistin axivîn û gotin, “Rexmê ku 9 sal bi ser de derbas bûye jî lê edaletê cihê xwe nedîtiye. Yên bêdeng manî şirîkê wê qetlîamê ne. Têkoşîna edaletê ya jinên Kurd vê bê navber bidome.”

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Sara Rojbîn Ronahî, Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

LI KASSELÊ MÎTÎNGA BIBÎRANÎNÊ

Li bajarê Kassel a Elmanyayê li ser banga TCK-E û Tev-Çand’ê malbatên Kurd ên welatparêz û çalavanên enternasyonalîst mîtîngek ya bîranînê lidarxistin.

Gelek çalakvan ku di saet 16:00’an de li meydana Konîg-Platzê hatin ba hev bi mîtînga lidarxistinî re Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku sala 2013’an li Parîsê hatin qetilkirin bibîr anîn.

Di mîtîngê de belavok hatin belavkirin û li ser navê saziyan daxuyanî hatin dayin.

Çalakiya ku saetekê ajot bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

ZURÎH

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Bi wesîleya salvegera komkujiyê di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Berîtan li bajarê Zurîh yê Siwîsreyê çalakiya bîranînê hate lidarxistin. Di çalakiyê de dewleta Tirk û Fransa hatin şermezarkirin.

Di çalakiyê de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ên di 9’ê Çileya 2013’an de hatin qetilkirin û endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên di 4’ê Çileya 2016’an de li Silopiya ya Şirnexê di dema berxwedana xwerêveberiyan de hatin qetilkirin, hatin bîranin. Jinan di çalakiyê de wêneyên her 6 jinan rakirin û ji bo wan find pêxistin. Di çalakiyê de ji bo kesên di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de şehîd bûne rêz hate girtin.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Jinan a Berîtan Yuksel Dogan axivî. Dogan anî ziman ku divê demildest dewleta Fransa berpirsyariyên xwe bîne cih û komkujiyê ronî bike.

Piştre dayika aştiyê Îsmîhan Ok jî axivî û got: “Jinên Kurd ên xeta Sakîne Cansiz dişopînin, îro cihê xwe di têkoşîna cîhanê de digrin.“

Çalakî bi dirûşmeyên “Sara, Rojbîn û Ronahî“ û “Jin jiyana azadî“ bi dawî bû.

HAMBÛRG

Di heman çarçoveyê de jinên Kurd li bajarê Hambûrg yê Elmanyayê jî çalakî li dar xist û çelenga reş danî li ber deriyê konsolosxaneya Fransa. Pêkhateyên Meclîsa Jinan a Rojbîn û gelek jinên Elman tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de wêneyên de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez hatin hildan.

Di çalakiyê de Rojnameger Annet Bender axivî. Bendel anî ziman ku berdela wê çi dibe bila bibe ew ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin û got: “Jinên Kurd ên şoreşger bûne qûrbaniyê berjewendiyên qirêj ên Fransa û dewleta Tirk. Hêrsa me bi qasî êşa me mezin e. Berdela wê çi dibe bila bibe em ê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin.“

Piştî axaftinan jinan çelengeke reş danîn pêşiya avahiyê.