Başaran: Di sala 2022'an de em ê têkoşîna jinê mezin bikin

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku têkoşîna hevpar a jinan êdî pêwîstiyeke û got, "2022 wê bibe saleke welê ku em ê têkoşîna hevpar mezin bikin."

Sala 2021'an bi dawî bû. Herî dawî êrişên desthilatdariyê yên li ser destketiyên jinan di bîra mirovan de man. Rojane 2 jin bi tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan, Peymana Stenbolê ku li dijî tundiyê ji bo jinan ewlekarî bû, hate betalkirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran sala 2021'ê ji aliyê jinê ve nirxand û bi bîr xist ku di vê salê de êriş herî zêde li ser destketiyên jinê çêbûn.

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku sala 2021'ê hem hejmara bûyerên kuştina jinê zêde bû, hem jî têkoşîna li hemberî vê yekê mezin bû.

Ayşe Acar Başaran ragihand ku li Kurdistanê jî polîtîkayên desthilatdariyê yên li dijî jinê bi destê hêzên dewletê, bi tundiya çawişên pispor hatin meşandin û got, "Em zanin ku li vî welatî yên ku sûc bikin eger bi unîformayê bin û têkiliya xwe yekser bi dewletê re hebe, hîn bi hêsanî tê parastin û mafdar tê nîşandan."

Ayşe Acar Başaran anî ziman ku desthilatdarî li ber çûyînê ye, dirize û ji hev dikeve. Başaran got, "Lê belê bi çûyînê re dixwaze civakê jî bi xwe re birizîne. Desthilatdarî diçe, lê belê guhertina civakeke riziyayî gelekî zehmet e. Ya herî xetere jî bi dîtina min ev e."

Başaran diyar kir ku ew vê rêveçûna metirsîdar ne tenê li kolanan û girtîgehê her wiha weke siyasetmedarên jin ên li meclîsê hîs dikin û bi bîr xist ku demeke dirêj e xweranegirtin zêde bûye, gotinên nefretê tên teşwîqkirin, zayendîperestî hîn bêhtir derdikeve pêş, mîlîtarîzm tê birêxistinkirin.

Ayşe Acar Başaran ragihand ku li parlamenteran divê piralî esas bên egirtin, ji aliyê demokrasiyê ve zemînên danûstandinê yên hevpar bêne nîqaşkirin û li gorî vê yekê encam bêne wergirtin, lê belê li Tirkiyeyê li şûna vê yekê gotina jinê ya ku nîvê civakê ye tê birîn, mêr bi navê jinê diaxivin û ji bo desthilatdariya xwe dewam bike bi her awayî tundiyê dikin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê anî ziman ku li Tirkiyeyê li gel têkoşînê jî temsîliyeta jinê nekarî ji sedî 20'î bibihure û destnîşan kir ku ji bo ev yek bê guhertin ne tenê HDP, divê saziyên jinan hemû zextê li ser partiyên din bikin û wan teşwîq bikin.

Başaran destnîşan kir ku hem têkildarî tundiya li jinê hem jî der barê rewşa li girtîgehan divê refleksa civakê bê xurtkirin û xwest sala 2022'an bibe wesîleya vê yekê.

Başaran bi bîr xist ku di sala 2021'ê de li gel her tiştî jî jinan xwe ji qadan venekişandin û bi vê hêviyê dest bi sala 2022'an kirin.

Ayşe Acar Başaran herî dawî got, "Di demekê de ku ji aliyê aborî, siyasî û ekolojîk ve krîz giran bûye, sala 2021'an nîşan da ku têkoşîna hevpar ji bo jinan çiqasî pêwîstîyeke. Sala 2022'an wê bibe saleke welê ku zemînên têkoşîna hevpar lê bê xurtkirin û piştevanî bê mezinkirin. Desthilatdarî ji xwe diheje. Di wê baweriyê de me ku 2022 wê bibe ew sal ku em ê alternatîfên nû biafirînin. Di sala 2022'an de em ê hem têkoşînê bilind bikin hem jî ji aliyê jinan ve jiyaneke nû bi hev re ava bikin. Wê bibe saleke welê ku gavên destpêkê yên guhertina vê sîstemê biavêjin, têkoşîn û piştevaniyê xurt bikin. Hêvîdarim ku sala 2022'an azadiyê ji jinan re bîne."