Viyan Soran: Em şervanên şehîd Sara ne

Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran diyar kir ku weke şervanên Şehîd Sara di her gavê de wê têkoşîna wê dewam bikin û got, "Hevala Sara rastiyeke welê ya jiyanê afirand ku kes nikare tune bike."

Gerîlayên jin ên li nava refên YJA Starê şer dikin, li ser xeta berxwedanê ya şoreşgera mezin Sara (Sakîne Cansiz) tevdigerin û li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber xwe didin. Yek ji van gerîlayên ku li dijî êrişan têdikoşe jî Viyan Soran e.

Gerîlaya YJA Starê Viyan Soran anî ziman ku ew hêza berxwedanê ji têkoşîna Sarayan werdigirin û got, "Em hemû şervanên hevrê Sara ne. Weke jineke şoreşger, ji bo azadiya jinan hemûyan bi wêrekiyeke mezin şer kir. Bi daxwaz, îrade û berxwedana xwe tevgera jinê ya azad ava kir û li tevahiya cîhanê da nasandin. Her kesî fêhm kir ku heta jin azad nebe civak azad nabe. Ya jî mirovahî nikare azad bibe. Ji ber vê yekê hevrê Sara pêşenga me ye û rêya ber bi azadiyê ve nîşanî me daye."

Gerîla Viyan Soran bal kişand ser bandora Sara ya li ser artêşa jinê û got, "Zor û zehmetiyên heyî bi xeta têkoşînê ya hevala me Sara ji holê têne rakirin. Hevala Sara bi îrade û wêrekiya xwe li tevahiya cîhanê hate naskirin. Em hebûna xwe di kesayetiya hevala Sara de dibîonin. Me nasnameya jin a azad di şexsê hevala Sara de nas kir. Eger em îro li çiyayên Kurdistanê bûne artêşeke çekdar, ev yek bi saya keda hevala Sara ye. Wê rêya rast nîşanî me da. Ev yek ji bo me hem destpêkeke hem jî sedema me ya serketinê ye."

Viyan Soran ragrihand ku wê şehîd Sara tenê carekê dît, lê belê mîna ku her kêliyê bi wê re bû hêz jê wergirt û got, "Bedewiya hevala Sara bandoreke mezin li min kir. Hîn jî ew heybetiya wê li ber çavên min e. Di nava civakê de gotinên weke 'por dirêj aqil biçûk' ên ji bo biçûkxistina jinê têne bikaranîn. Hevala Sara bi kesayetiya xwe ya xurt derewên sîstema baviksalar hemû eşkere kir û nîşanî tevahiya cîhanê da ku rastî çi ye. Rastî ew e ku jin bi hebûna xwe ya azad dikare pêşengiyê ji civakê re bike û dikare civakê biparêze.

Hevala Sara timî hêz û wêrekî da jinan ku ji xwe bawer bikin û xwedî sekneke xurt bin. Timî digot, 'Bibin xwedî îrade û wêrekî, gavên mezin biavêjin'. Em jî weke şervanên hevala Sara di her gavê de em ê têkoşîna wê dewam bikin. Ji çiyayên Kurdistanê heta zindana Amedê û her qada Ewropayê li dijî êrişên dijmin em ê berxwedaneke dîrokî bimeşînin. Ji ber vê yekê ji bo jinan hemûyan rêya azadiyê destnîşan kir. Hevala Sara ji bo me eşqa jiyanê ye. Gelek kesan hewl dan têkoşîna hevala Sara tune bikin, lê belê wê jiyaneke welê azad a xurt ava kir ku hêza kesî têrê nekir ku tune bike."