Jinên Kurd ên hatin qetilkirin, hatin bîranîn

Siyasetmedarên Kurd ên li Parîs û Silopiyayê hatin qetilkirin, li Mêrdînê ji aliyê TJA û HDP'ê ve hatin bîranîn.

Siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9'ê Çileya 2013'an li Parîsê hatin qetilkirin û siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir ên 4'ê Çileya 2016'an li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin, li Mêrdînê hatin bîranîn.

Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Jinê ya Azad (TJA) li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, sînevîzyon li ser jiyan û têkoşîna jinên Kurd ên hatin qetilkirin, hate nîşandan.

'DIVÊ HESABÊ KOMKUJIYAN BÊ PIRSÎN'

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Halîme Kaya qetilkirina jinên Kurd şermezar kir. Kaya anî ziman ku jinên fikrê xwe tînin ziman ya tên kuştin yan jî têne girtin û got, "Em van komkujiyan, vê zîhniyetê şermezar dikin. Hevalên xwe yên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin."

Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglû jî diyar kir ku divê hesabê komkujiyan bê pirsîn û destnîşan kir ku jinên Kurd wê têkoşîna xwe dewam bikin.

Bîranîn bi qîrîna dirûşma "Şehîd namirin" û bi çepikan bi dawî bû.