Sembola berxwedana şoreşa jinê: Sakîne Cansiz

Çiya bi çiya geriya Sakîne Cansiz ango Sara… Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir. Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dersimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye.

Dema meha Çileyê nêz dibe, ev roja reş tê bîra mirovan. 9’ê Çileyê 2013. Sê kulîlkên azadiyê vê rojê li Parîsê hatin qetilkirin. Heger hest û zimanê bajar hebûya wê bi rojan şîna wan jinên şoreşger, leheng û bedew bikira. Bi rojan rêhevalên wan, gelê Kurd û malbatên her sê kulîlkan herikîn Parîsê. Parîsa wek bajarê azadî û evîndaran dihat binavkirin, ji wê rojê şûn de ji bo Kurdan bû bajarê tarîtî, bajarê mirinê. Ev her sê jinên li ketibûn pey heqîqetê, bûn hedefa bêbext û neyaran.

Roja tarîtiya di nav dilê bajarê şoreşgerên 1789’an de, 9’ê Çileyê, 9’ê tarîtiyê, 9‘ê bêbextiyê, 9’ê êrîşa li dijî tekoşîna jinên azad… 9‘ê Çileya 2013‘an sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla, li paytexta Fransa Parîsê bi bêbextî hatin qetilkirin.

‘VEJÎN ŞANSEK E‘

Sakîne Cansiz, ango Sara damezirînera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) bû. Sakîne 12’ê Sibata 1958’an li gundê Tahti yê Dersimê tê dinê. Sara roja ku hatiye dinê weke şansekê dibîne û wê rojê wiha vedibêje: “Dema ku hatim dinê bavê min li leşkeriyê bû. Di meha sibatê de hatime dinê û di nifûsê de wiha hatiye qeytkirin. Ji ber vê roja min a fermî ya vejînê 12’ê Sibata 1958’an e. Gelo di serma û seqemê de vejîn şansek e? Herî baş ez bawer bûm ku ev şans e. Li erdnîgariyek bi berf vejîn li gorî min şans e.”

CARA EWIL LI DIJÎ ZEXTÊN MALBATÊ SERÎ HILDA

Cara ewil Sara li dijî zextên malbatê serî hil dide, li fabrîka dixebite li dijî binpêkirina keda karkeran rêxistinê dike, di tevgerên çep yên Tirkiyeyê de tişta dixwaze nabîne û ji bo bi Apociyan re têkiliyê deyne ji Dersimê diçe Enqereyê. Di 27’ê Mijdara 1978’an de li navçeya gundê Fîsê yê navçeya Licêya Amed beşdarî Yekemîn Kongreya Damezrandina PKK’ê dibe. Sara yek ji du jinên ku di yekemîn Kongreya PKK’ê de cih girtine. Di PKK’ê de tovên ewil yên têkoşîna azadiya jinê davêje.

RÊWIYA AZADIYÊ

Sara li Enqere, Çewlig û Xerpêtê xebatan dide meşandin. Di sala 1979’an de li ser xeta Xarpêt û Çewlikê tê girtin. Li Zindana Amedê dimîne û rastî îşkenceyên hovane tê. Ew yek ji wan kesan e ku di îşkenceyê de bi şiyara ‘teslîmiyet xiyanetê, berxwedan serkeftinê’ tîne li ber xwe dide. Her kêliyek jiyana wê li hemberî dijminê wê serkeftin e. Rastî îşkenceyên ku aqil û wijdanê mirov qebûl nake tê. Sara bi sekna xwe Zindana Amedê ya li hember Esat Oktay Yildiran û bi hemû jiyana xwe her tim bêtirs bû. Ew bi berxwedana ya li girtîgeha Amedê, li hember îşkenceya Esat û sekna xwe ya li hember îşkencekar û mêtingeran bûbû mînak ji rêhevalên xwe re. Dema li girtîgehê ye li gorî derfetên xwe ji heval û dostên xwe re nameyan an jî wêneyan dişîne û li pişt wan wêneyan notan dinivîse. Bi van wêneyan moral dide hevalên xwe. Jiyana wê, her tim têkoşîn û şer bû. Şerê wê ji bo jiyana azad, jina azad û civaka azad bû. Sara rêwiya azadî û aştiyê bû. Îro bi hezaran jinên Kurd di rêya wê de dimeşin û doza wê didome.

NIFŞÊN NÛ BI BERXWEDANA WÊ MEZIN BÛ

Nifşên salên 1980-1990’î bi berxwedan û qehremantiya Sara mezin bûn. Piştî ku ji zindanan derdikeve berê xwe dide Rojhilata Navîn paşê jî diçe çiyayên Kurdistanê. Çiya bi çiya geriya Sakîne… Şervantî, fermandarî, mamostetî û hevaltî kir. Nav û sembola berxwedana şoreşgera jin a Dersimê ya ku li hemberî dijminê xwe serbilind rawestiye.

‘JIYANA MIN TIMÎ ŞER BÛ‘

Sara bi gotina ‘Jiyana min timî şer bû‘ li dijî pergalê her tim di pevçûnê de bû. “Dîrok 26’ê Kanûna 1990’î bû. Di 17’ê Gulana 1979’an de di berbanga şefeqê de hatibûm girtin. Niha ji zindana Çanakkaleyê derdikevim. Ji ku em hatin ku rengê Behrê gelek xweşe. Tîrêjên rojê yên li behrê xistine behr xweşiktir kiriye. Hewa xweşe. Em bi çend dostên ku Besrayê nas dikir re hatin cem hev û piştre em çûn Stenbolê. Seranserê rojê ez li wê roja dawî ya ku min bi hevalan re derbas kiribû fikirîm. Ez ji wê hevaltiya xwe ya wan rojan têr nebûm.” Sakîne bi van gotinan dema derketina girtîgehê vedibêje di pirtûka xwe ya cilda sêyemîn a ‘Jiyana min timî şer bû‘ de cih digre.

TEVLÎ NEWROZA 1991’AN BÛ Û XÎTABÎ GEL KIR

Sara piştî ji girtîgehê derdikeve li Stenbolê rêziknameya Komeleya Jinên Welatparêz (YDK) dinivîsine û dibe yek ji damezrînerên komleyê. Bi rewşenbîr û hunermendên Kurd re damezrîneriya Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) dike. Weşanên rojnameya Ozgur Ulke û Kovara Ozgur Halk dike. Di 1991’ê de li Stebolê tevlî Newrozê dibe û xîtabê hezaran kesî dike.5 mehan li Tirkiyeyê dimîne û tevî zextên dewtê xebatên xwe dimeşîne. Dewlet xebatên wê dişopîne û nahêle xebatan bimeşîne.

Sara bi van gotinan qala wan rojan dike: “Ji bo bikevim nav kar û bar çavên min tarî bibûn. Yanî birçîbûnek mezin hebû. Ez baldar bûm lê dijmin nedisekinî. Di demên herî rehet de dikaribûn ez bigirtama, lê di vê mijarê de bixwebaweriya min gelek mezin bû, bi înat têkoşînek hebû.”

‘RÊBERTÎ JI BO MIN ŞANSEKE, DOZ Û ŞERÊ MIN E‘

Sara ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah digot: “ Rêbertî ji bo min şoreş bixwe ye, doz û şerê min e“ Di sala 1991’an de amadekariya çûyîna Şamê dikir. Sara piştî ji girtîgehê derket 5 meh vir de di 1’ê Gulana 1991’ê de çû Yûnanîstanê û demek kurt li Ewropa dimîne û ji wir jî diçe Şamê.

‘ÇAVKANIYA JIYANA MIN‘

Sara der barê rêwitiya xwe de jî van tiştan dibêje:“Em daketin balafirgeha Şamê. Dilê min bê navber lêdixst. Bi kelecan bûm, min digot hema ez ê Serok bibînim.” Li ser daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 4 kes li balafirgeha Şamê, Sara bi gurzek kulîlk pêşwazî dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 13 sal şûnde li Şamê bi Sara re hat cem hev. Sara wê hevdîtina xwe wiha vedibêje: “Min Serok herî dawî di kongreya Fîsê de dîtibû. Rojek şûnde em ji hev veqetiyan. 13 sal derbas bibûn. Piştî salên zindanê min kefen qelaşt û ez gihiştim aliyê herî xweş yê çavkaniya jiyana xwe. Di vê pêvajoyê de gelek tişt guherî bû. Lê Serok qet neguherî bû.“

SERBILINDIYA APOCÎTIYÊ

Sara li Akademiya Mahsum Korkmaz 6 mehan perwerdê dibîne û dema veqetînê hatibû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibêje ‘Hadê Sara, tu ji çiyan hez dikî. Ez li bend agahiyên serkeftinê me’ û xatir ji wan dixwaze. Sara jî veqetînê wiha vedibêje: “ Min got ‘Serokê min ez ê te her tim kêfxweş bikim.’ Ez ji kolana Şamê de berbijêr ve beziyam. Destê Serok demek dirêj li hewa ma. Ez carke din serbilindiya apocîtiyê jiyam.”

JIYANEK TÊR Û TIJÎ

Sakîne Cansiz (Sara) ku jiyanek têr û tijî derbas kir, di 9’ê Çileyê 2013’an de bi nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez ( Ronahî) re li Parîsê hat qetilkirin. Di ser komkujiya Parîsê da 9 sal derbas bûn. Ev 9 sal in digel hemû delîlan jî sûcdar nehatin darizandin. Ev 9 sal in jinên Kurd, civaka Kurd, dostên Kurdan û malbatên wan li pay zelalkirina doza komkujiya her sê jinên berxwedêr û aştîxwaz in.

SEMBOLA XETA BERXWEDANÊ

Jiyana wê, her tim têkoşîn û şer bû. Şerê wê ji bo jiyana azad, jina azad û civaka azad bû. Sara rêwiya azadî û aştiyê bû. Îro bi hezaran jinên Kurd di rêya wê de dimeşin û doza wê didome. Wê di dilê xwe de hezkirin û azadî nexş kiribû. Şoreşgeriyê wê hîn bedewtir kiribû û bedewiya dilê wê dabû rûyê wê. Sara ji jiyana malê bigire heya nav tekoşîna azadiyê, li her qadê dibe sembola xeta berxwedanê. Her kes wê bi wêrekbûn û sekna wê ya li hember zaliman nas dike.