Li cihê ku keça xwe winda kir, daxwaza edaletê dike

Du sal in agahî ji xwendekara zanîngehê ya li Dersimê Gulistan Dokû nayê wergirtin. Dayika dilşewat li cihê ku keça wê winda bû daxwaza edaletê dike.

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulîstan Dokû beriya du salan li Dersimê hate windakirin. Li Dersimê ku bajarekî biçûk e û bi kamera û polîsan dagirtî ye, ji 5'ê Çileya 2020'î û vir ve agahî ji Gulîstan Gokû nayê girtin. Berpirsyarên sereke yên windakirina Gulîstan Dokû, Zaînal Abarakov û bavê wî yê polîs Engîn Y. mîna ku tiştek nebûye bi hêsanî jiyana xwe dewam dikin.

Zêdeyî salekê bi israr îdîa kirin ku întixar kiriye û demeke dirêj li Gola Bendavê ya Ûzûnçayirê lê geriyan. Serlêdanên malbatê hemû bêbersiv hatin hiştin. Yên ku pirsa 'Gulîstan Dokû li ku ye?' kirin jî ketin ber lêpirsînê. Zaînal Abarakov û malbata wî, ku Dokû herî dawî bi wan re hevdîtin kiribû, bi rengekî eşkere têne parastin. Destûr hate dayin ku Abarakov derkeve derveyî welat, lê doz li bavê Gulîstan Aygul Dokû vekirin û cezayê pereyan lê birîn. Jinên ku ji bo dîtina Dokû têdikoşin di serî de Dersim li gelek bajaran pirsa 'Gulîstan Dokû li ku ye?' dikin.

Malbata Dokû di sala 2'emîn de hate ber edliyeya Dersimê û dest bi çalakiya rûniştinê kir. Dayik Bedriye Dokû û endama Komîsyona Edaletê ji bo Gulîstan Dokû, Dîlan Ergul ji ANF'ê re axivîn.

Bedriye Dokû got, "Keça min du sal in li holê nîne. Du sal in dipirsim 'keça min li ku ye?' Deverek nema ku me serî lê nedan. Soz hatin dayin, lê me encam negirt. Abarakov zane ku çi bi Gulîstana min hatiye. Kujer 2 sal in bi rehetî digere. Ew li derve digere, lê hestiyên keça min jî li holê nîne. We çi bi Gulîstana min kirin? Edalet, edalet, edalet... Qet nebe bila goreke keça min hebe. Ji girî êdî çavên min ziwa bûn. 20 sal jî derbas bibin ez ê pirsa 'Gulîstana min li ku ye?' bipirsim."

LI KIRYARAN NEPIRSÎN

Endama Komîsyona Edalet ji bo Gulîstan Dokû, Dîlan Ergul jî diyar kir ku 2 sal in li kiryaran jî nehatiye pirsîn, dewlet kiryaran diparêze û got, "Dibêjin, 'Eger sîstemek hebe ku min diparêze, hingî ez çi bixwazim ez ê wê bikim'. Her tiştên ku dikin ji wan re dimîne. Divê ti sûc bêceza nemîne'.

Dîlan Ergul diyar kir ku Abarakov û malbata wî nehatiye lêpirsîn jî û got, "Gulîstan herî dawî bi Zaînal re hate dîtin. Peyam ji dayika Zaînal re şand, lê belê ji ber bavê Zaînal ji ber ku polîs e, xemsarî nêzîk bûn. Weke ku ya winda bûye alaveke, ne jineke, bi vî rengî nêzîk bûn."

METIRSÎ LI DIJÎ ME HEMÛYAN E

Dîlan Ergul diyar kir ku 2 sal in hem li kolanan hem jî li medyayê têdikoşin û got, "Heta ku bê dîtin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Metirsî li dijî me hemûyan e, heta ku em ewle nebe wê kes ji me ewle nebe."