Mûnzûr: Em li dora şehîdên Parîsê bibin yek

Endama TJK-E’yê Nûpel Mûnzûr diyar kir Parîs di serî de li Ewropayê amadekarî tên kirin û got “Em bang li hemû kesan dikin ku em hesap ji kujeran bipirsin û li dora şehîdên Parîsê bibin yek.”

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin lêgerîna edaletê didome. Gelê Kurd di salvegera 9’emîn a qetlîama Parîsê de jî wê dakeve qadan.

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi wesîleya salvegera 9’emîn a Qetlîama Parîsê daxuyanî da û ji bo tevlêbûna meşên di 8’ê Çileyê de wê li Parîs, bajarên cihê yên Fransayê û li hemû welatên Ewropayê were lidarxistin, banga tevlêbûnê kir.

Mûnzûr diyar kir di şexsê sê jinên şoreşger ên Kurd de sê jenerasyona gelê Kurd bûne hedef û got “Di salvegera 9’emîn a Qetlîama Parîsê de ez hemû şehîdên me bi rêz û hurmet bi bîr tînim.  9 sal in têkoşîna edaletê ya ji bo ronîkirina qetlîamê û darizandina kujeran didome. Wê ji niha û şûnde jî bidome. 9 sal in têkoşîn didome. Em baş dizanin kujer kî ne û armanca wan çi ye. Em gelekî baş dizanin ku heval Sara çima hatiye hilbijartin. Heval Sara di nav Tevgera Jinên Kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurd de abîdeya azadiyê ya berxwedêr e, berê jî li hemberî faşîzmê serî hildaye û xwedî helwesteke serbilind e. Di şexsê heval Sara de xwestin darbeyê li Tevgera Jinên Kurd bixin. Rêbertî gotibû ‘Ha li min dan ha jî li Sara dan’ û ev qetlîam wekî dûmahîka qetlîama Dêrsimê ye. Ne tesaduf e ku heval Rojbîn û Leyla jî hatine hilbijartin.

ERDOGAN FERMAN DA; DIVÊ WERE DARIZANDIN

Nûpel Mûnzûr diyar kir ku 9 sal in lêgerîna edaletê didome û got “9 salên din jî bidome wê nerazîbûn û hêrsa me bidome. Em kujeran ji Qetlîama Dêrsimê nas dikin. Em ji Zîlanê dizanin. Em qetlîaman ji berxwedanên xwerêveberiyê dizanin. Em wan ji Cizîr, Sûr û Roboskiyê dizanin. Em ji Qetlîama Gurgumê dizanin. Em ji qetlîamên dema nêzik ên li Rojava û Şengalê dizanin.

Em TJK-E kampanyaya ‘Ji bo darizandina dîktator 100 sedem’ hê jî didomînin. Bi vî awayî berpirsê qetlîaman Erdogan e. Em vê faşîzmê û dîktatoriyê nas dikin. Ji ber ku em van dizanin em hesap dipirsin. Heta ku ev hêzên li pişt qetlîamê werin darizandin, em ê hesap bipirsin.

Ev qetlîam li Fransayê hate kirin. Em gelekî baş dizanin ji bo eşkerekirina kujeran roleke girîng a Fransayê heye lê Fransa li hemberî vî tiştî bêdeng dimîne. Rastiyeke din jî heye Parîs bûye bajarê cînayetên siyasî.  Di vî warî de bêdengbûnek heye. Em şahid in ku piştî qetlîamê gelek delîl hebûn lê tê xwestin ku ev delîl ji holê were rakirin û piştî mirina kujer jî tê gotin’Wa ye kujer mir, bila ev doz were girtin’. Têkoşîna me ya ji bo domandina darizandinê didome. Daneyên şênber û kujer li holê ne. Li Belçîkayê hinek kes hatin girtin. Tê xwestin ser van tiştan were girtin. Fransa dixwaze ser van tiştan bigire. Heta ku Fransa vî tiştî eşkere neke, ji aliyê me ve sûcdar in û divê darizandin pêk were. Xebatên me yên ‘Erdogan fermana qetlîamê da, divê were darizandin’ û ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne, Fransa sûcdar e’ wê bidome. Em bi eşkerekî dikarin diyar bikin ku Fransa şirîkê vê qetlîamê ye yan jî ji bo ronîkirina qetlîamê berpirsyar e. Heta ku Fransa edaletê pêk neyne, wê sûcdar be.”

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

Nûpel Mûnzûr diyar kir di 5’ê Sibatê de wê li hemû welatên Ewropayê li pêşiya konsolosxane û balyozxaneyên Fransayê û li Parîsê jî sê çalakiyan li dar bixin. Mûnzûr got “Ji bo ku hesap ji kujeran were pirsîn û em xwedî li hevalên xwe yên şehîd derkevin, ev peywira me ya exlaqî û wijdanî ye. Divê her kes bi vê berpirsyariyê tevlî çalakiyan bibe.Em bang li hemû dostên xwe dikin ku li hemberî faşîzmê û feraseta mêrserwer têkoşînê geş bikin. Em ji bo çalakiyên di 8’ê Çileyê de bangeke taybet dikin.

Li hemû welatan di 5’ê Çileyê de em çelengan deynin ber konsolosxane û balyozxaneyên Fransayê, li Parîsê jî saet di 11.00’an de em ê li pêşiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk kom bibin û heta Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê bimeşin. 

Wekî li welatên din li Parîsê jî di 8’ê Çileyê de saet di 12.00’an de em ê li Garê Du Nordê kom bibin , piştre bimeşin û mîtîngekê li dar bixin. Wê bi dehan saziyên dost tevlî vê meşa mezin bibin. Di 9’ê Çileyê de jî saet di 12.00’an de em ê kom bibin û di 12.30’an de li pêşiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê em ê her sê hevalên xwe bi bîr bînin. Em bang li hemû kesan dikin ku hesap ji kujeran bipirsin û li dora şehîdên Qetlîama Parîsê bibin yek.”