Li Londrayê li pêşiya konsolosxaneya Fransayê qetlîama Parîsê hate şermezarkirin

Li Londrayê jin li pêşiya konsolosxaneya Fransayê kom bûn û qetlîama Parîsê şermezar kirin. Jinan çelengeke reş danîn pêşiya konsolosxaneyê.

Li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) hatibûn qetilkirin. Bi wesîleya salvegera qetlîamê li pêşiya konsolosxaneya Fransayê çalakiyeke protestokirinê hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengtiya Meclîsa Jinên Kurd û Yekîtiya Jinên Sosyalîst hate lidarxistin.

Jinan nerazîbûn nîşan dan ku Fransa qetlîamê ronî nake û bal kişandin ser vî tiştî ku kujerên her sê jinên şoreşger ên Kurd hê jî nehatine darzizandin. Di çalakiyê de hate diyarkirin qetlîam bi awayekî eşkere ji aliyê rejîma Erdogan a faşîst hatiye kirin.

Di çalakiyê de hate gotin “Bi ruhê Sarayan têkoşîna azadiya jinan li Rojhilata Navîn û li her çar parçeyê Kurdistanê didome.”

Piştî daxuyaniyê jinan çelengeke reş danîn pêşiya avahiyê.