JIN
Hemû Nûçe
-
Li Wanê mirina bi guman a jinekê
Jina bi navê Ozlem Karadogan a li taxa Marmêt a Tûşbayê dima, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
TIR’ên xemrî ji bo herêma erdhejê hatin şandin
TIR’ên xemrî ku ji alîkariyên TJA, HDP û HDK’ê pêk tê, ber bi herêma erdhejê ve ketin rê. Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de jî ji bo jinên girtî qertên piştevaniyê hatin şandin. -
TJA li Semsûrê ye: Hêrs û şîna me wê veguhere têkoşînê
Aktîvîstên TJA'yê ji Amedê serdana konên li Narlikûyû kirin û gotin, "Em ê hêrs û şîna xwe veguherînin têkoşîneke mezin." -
Jineke ku li hemberî 12’ê Îlonê li ber xwe dida
Gulistan Omurcan yek ji wan jinên pêşîn e ku Hakî Karer ew rêxistin kiriye. Omurcan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. -
Kongra Star Raperîn Amed bi bîr anî
Kongra Star Raperîn Amed bi bîr anî û got, "Bi têkoşîna xwe bû sembola jiyana azad, yekîtî û welatparêziyê." -
KJK: Bi biryardarî encamên girîng afirand
KJK'ê Raperîn Amed bi bîr anî û got, "Bi bawerî, daxwaz û biryardarî xebitî û encamên gelekî girîng afirand." -
Em hewl didin torên hevgirtinê yên mayînde ava bikin
Ekmek ve Gul hewl dide bi kampanyaya ‘Bi pira xwişktiyê re em jiyanê ji nû ve ava dikin’ re hevgirtina bi jinên erdhejzede re bidomîne û ji bo mîtînga di 5’ê Adarê ya li Stenbolê bang kir. -
Aktîvîstên TJA'yê bi mexdûrên erdhejê re ne
Aktîvîstên TJA'yê ku di roja destpêkê ya erdhejê de çûn herêmê û dest bi kar kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatên koç bûne dibin alîkar. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jin 8'ê Adarê bi hev re pêşwazî dikin
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re jinên Kurd, Ermen, Ereb, Asûrî û Tirkmen hîn bêhtir bi wateya 8'ê Adarê hesiyan û bi hev re pîroz dikin. -
Jinek li Aydinê hat kuştin
Li navçeya Efeler a Aydinê, Yetet Akbaş, bi çeka hevserê xwe ku binefserekê teqawîd e, hat kuştin. -
Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin
Jinan li gelek navend starta 8’ê Adarê dan û gotin: “Em bi hêrs in û em ê hesab ji vê zilmê bixwazin û jiyanek nû ava bikin.“ -
Gokkan jî di nav de 7 girtiyên jin hatin sirgunkirin
Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi darê zorê sirgunî girtîgehên cuda kirin. -
Her roj mîna 8'ê Adarê tê pêşwazîkirin
Ji Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî got, "8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Her roja me berxwedan e, her roja me 8'ê Adarê ye. Em ê bi vî ruhî li qadan bin." -
KJAR: Em meşaleya azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bilind bikin
KJAR: Bi 8’ê Adara 2023’yan re, pêwîste ku em bi tekoşîna xwe meşaleya azadiyê li Rojhilat û Îranê de bilintir bikin, zihniyeta destpot a mêrsalar li ser jin û jiyanê bi dawî bikin. -
TJK-E: Em bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinan dimeşin
TJK-E’yê diyar kir ku ew bi ruhê têkoşînê yên mezin dikevin 8'ê Adara 2023'an, ji bo tevlêbûneke xurt a çalakiyan bang kir. -
CENÎ'yê li Berlînê jin li hev kom kir
Buroya Jinê ya ji bo Aştiyê (CENÎ) li Berlînê çalakiyeke çandê lidar xist. Di çalakiyê de li ser rola jinê ya di dema aştiyê de axaftin hate kirin. -
Koordînasyona PAJK'ê: Hevrê Raperîn wê ti carî neyê jibîrkirin!
Koordînasyona PAJK'ê têkildarî şehadeta Raperîn Amed daxuyaniyek weşand û got, "Hevrê Raperîn wê ti carî neyê jibîrkirin. Ji bo me wê bibe hinceta bilindkirina têkoşînê û hesabpirsîna ji dijmin." -
Polîsan êrîşê çalakiya 8’ê Adarê ya TJA’yê kirin: 10 jin hatin destgîrkirin
Daxuyaniya jinan a 8’ê Adarê ku bi pêşengiya TJA'yê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku êrîşê dayîkan kirin, jinan destgîr kirin. -
Jinên Kurd li Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bi tevlêbûna hevserokên jin û berdevkên meclîsa jinan ên li Elmanya, Hollanda û Fransayê, li paytexta Fransa Parîsê starta çalakiyên 8’ê Adarê da. -
‘Em xwîna xwe jî bidin, em ê dest ji Şengalê bernedin’
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî û dayikên şehîdan li ser êrîşên dawîn ên li Şengalê, daxuyaniyek dan û diyar kirin ku berdêla wê çi dibe bila bibe, ew ê dest ji Şengalê bernedin. -
Li Wanê jineke ciwan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest da
Li Wanê jina ciwan Çîgdem Cansiz a 18 salî, bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. -
TJA’yê li Semsûr û Rihayê dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir
TJA ku li Semsûrê bi jinên mexdûrên erdhejê re hat ba hev, li Rihayê jî dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kir. -
Jinên Mexmûrê rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin
Jinên Mexmûrê bi dirûşmeya “Bi Qêrîna Jin Jiyan Azadî, Dihûnin Tena Jiyanê” rêzeçalakiyên ji bo 8’ê Adarê eşkere kirin. -
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk ji bo 8’ê Adarê peyamek dan
Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk, "Em ê li her derê yekîtî û hevgirtina xwe xurttir bikin û azadiya xwe bi dest bixin.” -
Newaya Jin: 8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye
Hejmara meha Adarê ya Newaya Jin bi manşeta “8’ê Adarê roja hesabpirsînê ye” derket. Rojnameyê têkildarî erdheja mezin a 6’ê Sibatê qewimî, nivîsek bi sernavê “Dewlet di bin kavilan de ma” weşand.