Her roj mîna 8'ê Adarê tê pêşwazîkirin

Ji Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî got, "8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Her roja me berxwedan e, her roja me 8'ê Adarê ye. Em ê bi vî ruhî li qadan bin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî bi wesîleya 8'ê Adarê ji ANF'ê re axivî. Di destpêkê de işaret bi pêngavên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Me pêşengî ji pêngava 'Dema azadiyê ye' kir. Qonaxa 2'yemîn a vê pêngavê sala 2022'an destpê kir û me çalakiyên xwe xurtir kir. Armanca me ji pêngavê û çalakiyan ew bû ku fikir û felsefeya Rêbertî bigihînin her kesî."

Welîde Botî anî ziman ku karê wan ê nava salê di kongreya 9'emîn de hate nirxandin û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biryara avakirina komîteyekê hate dayin.

Welîde Botî got, "Di nava salê de gelek kar hate kirin, lê belê hîn jî tecrîd dewam dike. Bi vê komîteyê re wê fikir û felsefeya Rêbertî li cîhanê bê belavkirin û işaret bi binpêkirina mafên mirovan ên li ser Rêbertî bê kirin."

Welîde Botî ragihand ku komîteyeke wan a dîplomasiyê jî heye û got, "Vê komîteyê karên girîng di asta navneteweyî de meşand. Gelek înîsiyatîf hatin avakirin. 'Na ji dagirkerî û qirikrinê re', 'Jin Rojava diparêzin' ji van înîsiyatîfên sereke ne. Heta niha Înîsiyatîfa 'Jin Rojava diparêzin' li 30 welatan hatiye birêxistinkirin. Her wiha Kongra Star-Ewropa konferansa xwe lidar xist û gavên girîng hatin avêtin. Di mijara xwegihandina jinên li Ewropayê, bi rêxistinkirina girseyê de mîsyoneke mezin bi dest xist. Li Efganistan, Fîlîstîn, Sahra Rojava, Efrîkaya Bakur û Başûr û Tûnisê hevdîtin bi jinan re hatin kirin, heyetên me çûn va welatan. Li konferansên li Tûnis, Lubnan û Berlînê tevlîbûna me çêbû." 

Welîde Botî diyar kir ku ji bo avakirina têkoşîneke hevpar û misogerkirina yekîtiya jinan a cîhanê, armanca wan a sereke ew bû ku xwe bigihînin jinan û têkoşîneke xwe dispêre aqlê hevpar bi pêş ve bibin û got, "Bi dîtina min me encamên girîng bi dest xistin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî destnîşan kir ku yek ji karên wan ên sereke ew e ku timî bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî û got, "Me di plan û bernameyên xwe de timî cih dan van jinan. Li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî jinên li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkrin me belge amade kir û pêşkêşî saziyên pêwendîdar kir. Her wiha di gelek çalakiyên xwe de me bal kişand ser tundî, destavêtin, revandin û komkujiya li van herêman li dijî jinan têne kirin. Êşa jinên li herêmên dagirkirî gelekî giran e. Sîstema li van herêman sıstema dewleta Tirk û çeteyên wê ye. Jin li vê derê nikarin bi hêsanî nefesê werbigirin. Ji bo em bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî, têkoşîna me wê dewam bike."

Welîde Botî anî ziman ku şert û mercên jinên li kampan yek ji karên wan ên bingehîn bû û got, "Ji bo birêxistinkirina jinên li kampan, ji bo pêkanîna debara jiyana wan em bênavber têdikoşin. Ji perwerdeyê heta bi aboriyê, ji tenduristiyê heta bi dîplomasiyê di kîjan mijarê de pêwîstî hebe di vê çarçoveyê de kar tê kirin. Gelek jinên li kampan cihê xwe di nava projeyên me yên kooperatîfên jinan de digirin û bi keda xwe hewl didin debara xwe bikin. Li her kampekê endamên me hene ku Kongra Star temsîl dikin û ji nêz ve bi jinên li kampan re eleqedar dibin. Li kampan sîstemeke perwerdeyê heye. Bêguman ev têrker nîne. Jinên ku şert û mercên wan guncaw e tevlî akademiyan jî têne kirin. Bêguman jiyana li malan û kampê ji hev gelekî cuda ne. Psîkolojiya koçkirina ji xaka xwe mijareke gelekî cuda ye. Di vê mijarê de piştgirî her tim ji jinan re têne dayin. Bi taybetî binpêkirina mafên jinan yek bi yek têne belgekirin û ji saziyên navneteweyî re têne şandin."

Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî li ser bernameya wan a ji bo 8'ê Adarê wiha axivî: "Ji bo 8'ê Adara 2023'an me demeke dirêj kar dikir, lê belê piştî erdheja ku 6'ê Sibatê li Mereşê rû da, me bername guhert. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 8'ê Adarê her sal bi coş tê pêşwazîkirin. 8'ê Adarê roja têkoşîn û berxwedanê ye. Ji bo jinên li herêmê her roj ji xwe 8'ê Adarê ye, roja berxwedan û têkşoînê ye. Her roja me bi têkoşînê derbas dibe û ji bo me jinan her roj 8'ê Adarê ye. 8'ê Adarê ku her sal bi pîrozbahiyan dihate pêşwazîkirin, îsal ji ber erdhejê wê bi rengekî cuda bê nirxandin. Dirûşma bernameya di navbera 1 û 8'ê Adarê wê 'Bi dirûşma Jin, Jiyan Azadî ber bi Şoreşa Jinê ve' be. Ji ber ku bi Şoreşa Rojava re Şoreşa Jinê hate afirandin, lê belê ev şoreş hîn bi dawî nebûye, li pêşiya me rêyeke dûr û dirêj heye, têkoşîna me hîn dewam dike. Di çarçoveya vê bernameyê de wê semîner, panel û akademî destpê bikin. Her wiha gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşeke bi heybet wê bi kincên xwe yên herêmî 8'ê Adarê pêşwazî bikin."

Welîde Botî got, "Her roja me 8'ê Adarê ye, roja berxwedan û têkoşînê ye. Her jin divê xwe bigihîne vê asta hişmendiyê. Li dijî mejiyê baviksalar ê ku dixwaze jinan, îradeya jinê tune bike û hebûna wê bi dawî bike, divê bi hev re têkoşînek bê meşandin. Heta ku xwe bigihînin civakeke demokratîk, wekhev û azadîparêz, divê jin xwe ji qadan venekişînin, li dijî mejiyê desthilatdariyê têkoşînê her tim ber bi pêş ve mezin bikin. Li dijî êrîşên li ser civakî bûnê divê bibin yek, her rojê bikin roja têkoşînê û jin di 8'ê Adarê de biherikin qadan."