Jineke ku li hemberî 12’ê Îlonê li ber xwe dida

Gulistan Omurcan yek ji wan jinên pêşîn e ku Hakî Karer ew rêxistin kiriye. Omurcan di erdhejê de jiyana xwe ji dest da.

 

Di sibeha 6’ê Sibata 2023’an de, erdhejê li gelek bajaran da. Me tu kesî hilweşîneke wisa texmîn nedikir. Li welatên din bandora erdhejê evqasî ne giran bû lê li welatê me wekî ‘qederê’ dihate dîtin. Êrîşên hevpar ên dewlet û kapîtalîzmê yên li ser xwezayê dibin sedema felaketên pêşiya wan nayê girtin û bobelatên mezin çêdikin.

HETA LI SER HEVGIRTINÊ JÎ QEYYÛM HATE PEYWIRDARKIRIN

Tê zanîn ku li welatê xetên fayê him li Mezopotamyayê û him jî li Anatolyayê hene. Lê belê kesên ku baca erdhejê ji dêvila tevdîran bera bêrîka we dan,  ji bo ku li ser xetên fayê bajar werin avakirin teşwîq dikirin, saziyên ku divê alîkariya ku bikin bi bihayekî mezin difiroşin, xemsariya dewletê ya ku ew jî di bin kavilan de ma, bû sedem ku gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Erdhej dîsa li bindest, feqîr û etnîsîteyên cuda da. Ji ber vê yekê, ev dewleta ku 'bavê' nasnameya yekperest e, heta kêliya dawî ne alîkarî da û ne jî beşdarî xebatên rizgarkirinê bûn. Bi ser de li ser hevgirtina heyî qeyyûm peywirdar kirin, hevgirtin û yekîtiya mirovan parçe kirin û xwestin pêşiya fikr û hestên me bigirin lê bi ser neketin.

GELÊ ME DI REWŞEKE ZEHMET DE DIJÎN

Bîlançoya erdhejê giran e. Bi sed hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Zarokên me hatine revandin an jî hatine windakirin. Di destê terîqetan de, wê li dijî civaka xwer werin mezinkirin. Gelê me hê jî di rewşeke giran de dijî û li ber xwe dide. Ji ber vê yekê erka me ya bingehîn e ku em nîşanî vê desthilatdariya faşîst bidin ku ew nikarin li ser ruh, hest, exlaq û wijdanê me qeyyûm wezîfedar bikin. Werin em xebatên hevpariya civakî yên ku me li ser bingeha dildar meşandine, bi zêdekirin û domandina wana a ji niha û pê ve bidomînin. Heta gelê me pirsgirêkên xwe yên bingehîn çareser bike.

GELÊ ME YÊ KU DI ERDHEJÊ DE JIYANA XWE JI DEST DANE

Weke zarokên van xakan me jî êş û windahiyên mezin dîtin. Lê xemgîniya herî mezin ev e; wêrankirina welatê me yê bedew a ku di bîranînên me de heye ku me li ser rez û erdên pembo xwêdan dirêjand, a niha kavil bûye. Karesata erdhejê ya ku welat, bajar û gundên me wêran kir, bû sedem ku gelek mirov û xizmên xwe jiyana xwe ji dest bidin û em êşên mezin bikişînin. Yek ji wan jî Gulistan Omurcan bû. Li Bazarcixê (Pazarcixê) li mala xwişka xwe Hatîce Akarsûyê, tevî xwişka xwe wan jî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.

YEK JI ŞAGIRTA PÊŞÎN A HAKÎ KARER BÛ

Gulistan Omurcan yek ji wan kesan bû ku di salên destpêkê de bi Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bawer kir û ji bo pêşketina wê ked da. Di 10'ê Adara 1960'î de li Gundê Bayramgazi ya Pazarcikê ji dayik bû. Malbata wê cotkar bû û ew 8 xwişk û bira bûn. Piştî ku dibistana seretayî li gund qedand, dibistana navîn li Dîlokê xwend. Salên ku ew di dibistana amadeyî ya Duztepe de xwendekar bû, salên ku "Şoreşgerên Kurdistanê" biryara vegera ji Enqereyê da Kurdistanê û ji sala 1976an vir ve li gelek bajarên Kurdistanê bi taybetî li Dîlokê di nav ciwanan de xebatên ajîtasyon, propaganda û rêxistinê dikirin . Hakî Karer di van salan de ji bo danasîna 'Şoreşgerên Kurdistanê' û li Dîlokê hewl dide sempatîzanan  çêbike, rêz û hurmeteke mezin diafirand û hewl dida ciwanan bikişîne nav refên têkoşînê.

Van salên ku bi faşîstan re pevçûnên dijwar diqewimin, salên ku ciwanên dilsoz ên şoreşger, li dijî êrîşên faşîst xwe bi rêxistin kirin û çalakiyên hişyarkirinê li dar dixistin. Gulistan Omurcan tevî gelek ciwanên ku di vê pêvajoyê de gundiyên wê bi xwe bûn, di nav sempatîzanên "Şoreşgerên Kurdistanê" de bû. Wê demê mala ku birayê wê yê mezin Mustafa Omurcan ku li Dîlokê terzî dikir, yek ji wan malan bû ku ji bo ezimandina pêşengên têkoşîna azadiyê bi taybetî ji bo Hakî Karer bû. Ew jî di nav şagirtên Hakî Karer de bû. Mustafa Omurcan li kampên Filistînê perwerde bûbû û yek ji pêşengê serdegirtina Şemzînanê ya Pêngava 15’ê Tebaxê bû.  Di salên 1987’an de dema ku ji kampên gerîlayan vegeriya Kurdistanê, li Semsûrê di şerê li dijî dewleta Tirk de tevî çar hevalên xwe şehîd bû.

JI SEMPATÎZANIYÊ BER BI ŞOREŞGERIYA ÇALAK VE

Gulistan Omurcan li Dîlokê di van sala de Rêberê Gelê Kurd nas kir û guhdarî semînerê wî kiribû. Bû yek ji jinên ku ji sempatîzaniyê ber bi şoreşgeriya çalak ve gav avêt û di xebatên rêxistinbûnê yên li Dîlokê de cih girt. Ji bo ciwanên ku li gundê wê bi xwe jî tevlî têkoşînê bibin, bû yek ji pêşengan û jin rêxistin kir. Dengê wê pir xweş bû, stranên şoreşê yên Kurdî ji zimanê wê nediketin û li gundê xwe mirova destpêkê ku ev stran bi gelek mirovan da guhdarkirin. 12’ê Îlonê di dema Derbeya Leşkerî-Faşîst de yek ji wan kesan bû ku ji kar û xebatên Dîlokê berpirsyar bû û di bin rîskên mezin de erkên xwe domand.

ÊŞKENCE LÊ HAT KIRIN

Gulistan Omurcan di destpêka sala 1981’an de di operasyonên faşîzma 12’ê Îlonê de, yek ji sed kesan bû ku li Dîlokê hat girtin û di pêvajoya destgîrkirinê ya bi mehan dom kir, êşkenceyên dermirovî lê hat kirin. Piştî ku demekê li Girtîgeha Dîlokê ma, bi jinên din ên girtî re ew şandin  Girtîgeha Mêrsînê. Di van pêvajoyên ku hîna tecrûbeyên wan ên girtîgehê nebûn de, fêr bûn ku bi piştgiriya hevdû bi demê re birînên hev bipêçin, hêz kom bikin û rabin ser piyan û li girtîgehê jî jiyanek bi rêxistinkiî ava bikin. Gulistan Omurcan bi sûcdarkirina rêveberî ji rêxistinê re kiriye, ceza lê hat birîn. Li gel guhertinên sîstema darizandinê piştî 6 sala girtî ma, di navîna sala 1986’an de weke gelek hevalên xwe ji girtîgehê derket.

LI CIHÊ KU LÊ MAYÊ, LI RÊXISTINKIRINÊ DEWAM KIR

Piştî ku ji girtîgehê derket, di pêvajoyên ku li gundê xwe mayî de, ji bo xebatên pêş ên gerîlatiyê bi awayê cur be cur piştgirî da birayê xwe Mustafa Omurcan ê li welêt û hevalên xwe yên gerîla yên din. Tevî ku di şert û mercên giran û bê navber di bin kontrolê de bûn, bi Elîf Yildirim (Elîf Ronahî) re ku pê re di girtîgehê de bû û di heman pêvajoyê de hatin berdan, hewldanên xwe yên ji bo ku ciwan tevlî têkoşînê bibin û piştgirî dayîna gerîla domand. Di sala 1988’an de di encama îxbarekê de car din bi Elîf Yildirim re hat girtin û birin girtîgeha Meletiyê. Piştî salekê girtî man, hatin berdan. Gulistan Omurcan ji ber zextên tûnd hewl da ku bi pasaportek sexte biçe Ewropayê, lê li balafirgeha Stenbolê car din hat girtin û demekê li girtîgehê ma. Piştî hat berdan di ceribandina xwe ya duyem de, hat Elmanyayê li cem xwişka xwe. Li vir demekê di xebatên rêxistinkirinê de cih girt. Piştre her çendî ku ji têkoşîna çalak qut bibe jî, di tevahiya jiyana xwe de zanî ku girêdayî têkoşîna azadiyê û bîranîna birayê xwe yê mezin Mûstafa Omurcan û şehîdên din bimîne û çalakiyên cur be cur de cih bigire. Jiyana wê ya bi êşkence û zoriyên mezin derbas bû, pirsgirêkê cidî jî bi xwe re anî. Lê wê dîsa jî kesayeta xwe ya kêfxweş parast.

DEMA PÊWÎSTÎ HEBÛYA, DIBEZIYA

Gulistan Omurcan li Fransayê dijiya. Li Fransayê demekê di xebatên Komeleya Jinan a Zîn de cih girt, di xebatên rêzikname de bi nêrînên xwe tevkarî kiriye. Di qada têkoşîna çalak de cih negirtibe jî, di demên herî zehmet de eger pêwîstî heba her tim amade bû ku bibeze. Bes bila ev yek pê hatiba hîskirin yan jî jê re hatiba gotin.

Li Bazarcixê bi xwişka xwe ya mezin re rû bi rûyê erdhejê ma. Xwişka wê ya mezin jî jinek kedkar bû. Bi hemû kalên li gundê re eleqeder bûye, keda wê li ser wan hebû. Lewma li gund bûbû mirovek herî dihat hezkirin. Mirina wê gundî gelek xemgîn kirin. Gulistan Omurcan wê weke yek ji kedkarekên pêşeng ên demên destpêkê ya têkoşîna azadiyê, di bîranînên me de cihê xwe yê bi nirx biparêze. Em hemû canên xwe yên di erdhejê de canê xwe dane bi hezkirin bi bîr tînin û em ê wan bîr nekin!