Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê jin 8'ê Adarê bi hev re pêşwazî dikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi şoreşê re jinên Kurd, Ermen, Ereb, Asûrî û Tirkmen hîn bêhtir bi wateya 8'ê Adarê hesiyan û bi hev re pîroz dikin.

Kurdên Rojavayî ku 19'ê Tîrmeha 2012'an li gel zext û zordariyê jî sîstema xwe ya xweser a bi hêza xwe ava kirin, bi karên xwe yên li ser bingeha xweseriya demokratîk ji bo têkoşîna jinê jî pêvajoyeke nû dane destpêkirin. Jinên Kurd ên li herêmê ji bo gelên din bûn rêberên têkoşînê.

Qadên şoreşê êdî di 8'ê Adarê de bi rengê têkoşîna jinê dixemilin. Li gel rêxistiniyên leşkerî yên YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Jinê, ku li dijî sîstemên desthilatdariyê hatine avakirin, jin bi rengekî aram, aştiyane û azad dikevin 8'ê Adarê.

Seroka Yekîtiya Jinên Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Anîvît Kasapyan qala rêxistiniya jinên Ermen ên li herêmê kir ku weke 'bermahiyên şûr' dihatin pênasekirin: "Sala 1915'an dema ku komkujî li gelê Ermen hate kirin, jinên Ermen di nava pêkhateyên din ên gel de heliya bûn, winda bû bûn. Dîrok, nasname û rengê xwe winda kiribûn. Beriya şoreşê rewşa jinên Ermen ên li Rojava bi vî rengî bû. Bi şoreşê re tevî jinên Kurd û Ereb cihê xwe li nava refên şoreşê girtin. Şoreşê firsenda wê yekê da ku jinên Ermen cihê xwe di nava sîstema Rêveberiya Xweser, qadên leşkerî û siyasî li her qadê cihê xwe bigirin. Di vê şoreşê de ku weke Şoreşa Jinê tê pênasekirin, jinan li qadên leşkerî, siyasî û rêveberiyê, li her qadê xwe bi pêş ve birin. Jinên Ermen jî bi bandora vê şoreşê xwe li her qadê bi pêş ve birin. Li her rqada şoreşê jinan têkoşîneke hevpar meşandin. Li qada leşkerî jî jinên Kurd, Ereb û Ermen li gel hev cih girtin. Jinên Ermen hemû tevlî nava vê rêxistiniyê bûn. Bi têkoşîna xwe ya li dijî dijmin, em li hemberî tundiya li mêr jî tevî jinên ji pêkhateyên din ên gel (Kurd, Ereb, Suryan) têkoşîneke hevpar dimeşînin."

Anîvît Kasapyan ragihand ku li dijî komkujiyên li Ermenan hatin kirin ew xwe bi rêxistin dikin û got, "Me xwe gihand temamiya jinên Ermen ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji bo xwe bigihînin ên xwe negihandinê karên me bênavber dewam dikin. Ji bo em xwe bigihînin her jineke Ermen ên li Belçîka, Fransa û her devera cîhanê, em bê navber kar dikin."

LI QADAN TÊ PÎROZKIRIN

Anîvît Kasapyan destnîşan kir ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Kedkar a Cîhanê bi şoreşê re bêhtir bi wate bû, hate pîrozkirin û got, "Ya rast me bi şoreşê re 8'ê Adarê pîroz kir. Bi şoreşê re li gel pêkhateyên din ên gel em bi Roja Jinan a Cîhanê hesiyan. Jin ji êş û zilma 5 hezar salî hate hişyarkirin. Jinan di çarçoveya vê rastiyê de cihê xwe di nava şoreşê de girtin."

Anîvît Kasapyan diyar kir ku ji bo 8'ê Adarê amadekariyeke hevpar hatiye kirin û têkildarî plansaziyê jî got, "Bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan ên Kedkar a Cîhanê, me hin plansazî çêkir. Weke Yekîtiya Jinên Ermen em ê li tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê semîneran lidar bixin. Li Qamişlo, Hesekê, Dêrazor û Reqayê wê 18 semîner bêne dayin. Li gel jinên Kurd, Ereb û Suryan em plansaziya pîrozkirina 8'ê Adarê amade dikin."

JINÊN ASÛRÎ SALA 2012'AN DEST BI RÊXISTINKIRINÊ KIRIN

Piştî ku 1'ê Nîsana 2012'an Meclîsa Parastinê ya Xabûrê ya Asûrî ava bû, jinan cihê xwe di nava Hêzên Jinê ya Meclîsa Parastinê ya Xabûrê de girtin. Meclîsa ku ji aliyê komek ji ciwanên Asûrî ve hate avakirin, armanca xwe parastina xaka xwe ji êrîşan û avakirina sîstemeke hêza xwe bû. Hêzên jinê jî pêşengî jê re kirin. Di bin sîwana Akademiya Şehîd Wîded Yonan de di 8'ê Adara 2020'î de sîstema perwerdeyê hate birêxistinkirin û hîn jî çalak e. Di vê çarçoveyê de derfet hatin afirandin ku gelek karê û perwerde bêne kirin. Eleqeya jinên Asûrî ji vê navendê re gelekî zêde ye. Vê navendê heta niha perwerdeyên leşkerî û îdeolojîk da û gelekî bi pêş ve çû.

'EM TEVÎ GELAN 8'Ê ADARÊ PÎROZ DIKIN'

Şervana Hêzên Jinê ya Meclîsa Parastinê ya Xabûrê Kawître Şamîran Sîmon têkildarî bandora Şoreşa Rojava ya li jinên Asûrî got, "Jin berê tenê di nava karên malê, malbatê, cotkariyê de bûn. Her wiha weke mirovên welê hatibûn destnîşankirin ku di ti mijarê de nikarin nêrîna xwe bibêjin û nikarin karekî serketî bikin. Lê belê bi Şoreşa Rojava re ev yek guherî. Bİ taybetî di nava jinên Asûrî de guhertinên gelekî mezin çêbûn. Jinên Asûrî êdî dikarin di nava meclîsên Asûrî de cih bigirin û bi rengê xwe helwestê nîşan bidin. Ji sala 2012'an dema destpêkirina şoreşê û vir ve jinên Asûrî beşdarî nava Hêzên Jinê yên Meclîsa Parastinê ya Xabûrê dibin. Ji hingî ve tevlî perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dibin."

Kawître Şamîran Sîmon anî ziman ku beriya Şoreşa Rojava wan nizanîbûn bê 8'ê Adarê çi ye û got, "Ji ber ku me pê nizanîbûn me pîroz nedikir. Bi şoreşê re em hîn bûn ku li cîhanê ji bo jinan rojek heye û bi gelek rê û rêbazan tê pîrozkirin. Bi ruhê şoreşê re tevî jinên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me dest bi pîrozkirina 8'ê Adarê kir."