CENÎ'yê li Berlînê jin li hev kom kir

Buroya Jinê ya ji bo Aştiyê (CENÎ) li Berlînê çalakiyeke çandê lidar xist. Di çalakiyê de li ser rola jinê ya di dema aştiyê de axaftin hate kirin.

Buroya Jinên Kurd a ji bo Aştiyê (CENÎ), ji bo jin hevdu nas bikin û tevnekê ava bikin, li paytexta Elmanya Berlînê çalakiyeke çandê lidar xist.

Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan, fîlmê 'Dûr e?' yê Leyla Toprak hate pêşkêşkirin û Nergez Dlo jî stranên xwe got.

Di şeva çandê de ku akademîsyen Şermîn Guven moderatorî jê re kir, ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

DÎROK WÊ JI ALIYÊ JINÊ VE BÊ NIVÎSANDIN

Solîn Janya qala karên CENÎ kir û got, "Em li dijî şer in. Em li dijî serweriya mêr in. Jin wê dîrokê binivîsînin. Tevgera Jinên Kurd bi feraseta 'Dîrok di roja me de ye, em jî di destpêka dîrokê de ne' tevdigere. Di sala 1923'an de Peymana Lozanê hate îmzekirin. Bi vê peymanê re Kurdistan kirin çar parçe. Piştî wê peymanê îro jî gelek kes Kurdan weke Tirk ên çiyayî dibînin."

Solîn Janya bal kişand ser girîngiya dîrokê ji bo jinan û şêweyê rêxistiniyê ya Tevgera Jinên Kurd vegot û got, "Eger dîroka te tune be, ne girîng e bê tu kî ye û ji ku hatiye. Tevgera Jinên Kurd xwe bi rengekî xweser bi rêxistin dike. Lewma refleksa xwe bi nêrîna jinê ye."

'EM GIRANIYÊ DIDIN SER TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ'

Susanne Rossling jî qala damezrandin û karên CENÎ kir û got, "CENÎ ji aliyê jinên Kurd û Tirk ve hate avakirin. Li ser şêweyê avakirina jiyaneke alternatîf li Rojhilata Navîn dixebite. Weke enternasyonalîstekê ez jî tevlî nava Tevgera Jinên Kurd bûm. Vê tevgerê di sala 1993'an de mohra xwe danî binê artêşbûna jinê. Weke CENÎ em ji bo Newrozê, hilbijartinê û çalakiyên din delegasyonan ava dikin. Li dijî tundiya li jinê em kampanyayan bi rêxistin dikin. Li dijî qirkirina jinê, li hemberî zewicandina zarokan em têdikoşin. Em giraniyê didin ser têkoşîna aştiyê. Em ji bîr nekin, di 'pêvajoya aştiyê' de destpêkê li Parîsê komkujî li jinan hate kirin."

Piştî axaftinên li ser danasîna CENÎ fîlmê 'Dûr e?' yê derhêner Leyla Toprak hate nîşandan.

Nûnera Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) Nûjiyan Gunay jî bi bîranîna Fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko, Agir Cefrî û rêveberê Asayîşa Êzidxanê Şêrzad Şemo dest bi axaftina xwe kir ku hersê cangoriyên Şengalê vê hefteyê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn. Gunay piştre qala karên SMJÊ'yê kir û anî ziman ku kiryarên li jinên Êzidî hatin kirin ên ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin, qirkirin e. Her wiha ji bo li Berlînê qirkirin bê naskirin qala têkoşîna xwe kir.

Di çalakiyê de wêneyên Zehra Dogan hatin nîşandan û hunermend Nergîz Dlo berhemên xwe pêşkêş kir.