Gokkan jî di nav de 7 girtiyên jin hatin sirgunkirin

Berdevka Demê ya TJA'yê Ayşe Gokkan û 6 girtiyên jin ên li Girtîgeha Jinan a Amedê, bi darê zorê sirgunî girtîgehên cuda kirin.

Berdevka Demê ya Tevgera Jinên Azad (Tevgera Jinên Azad-TJA) Ayşe Gokkan sirgunî Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê hat kirin.

Hat ragihandin ku ligel Gokkan girtiyên bi navê Dîlan Dag, Emîne Abîş, Emîne Erol, Bêrîtan Yaşar, Zerîfe Can û Rozerîn Söyler jî sirgunî girtîgehên cuda hatine kirin.

Emîne Îbiş bi Gokkan re sirgunî Girtîgeha Jinan a Sîncanê hat kirin. Agahî nehatin bidestxistin ku girtiyên din ên jin şandine kîjan girtîgehan.