Em hewl didin torên hevgirtinê yên mayînde ava bikin

Ekmek ve Gul hewl dide bi kampanyaya ‘Bi pira xwişktiyê re em jiyanê ji nû ve ava dikin’ re hevgirtina bi jinên erdhejzede re bidomîne û ji bo mîtînga di 5’ê Adarê ya li Stenbolê bang kir.

Kovara Ekmek ve Gul bi navê ‘Bi pira xwişktiyê re em jiyanê ji nû ve ava dikin’ kampanyayek dabû destpêkirin. Yek ji edîtora kovarê Elîf Tûrgût qala kampanyayê kir.

Elîf Tûrgût dema armanca kampanyayê nirxand got: “Di dema erdhej û felaketan de pêdiviya jin û zarokan gelekî lezgîn e. Ji ewlehiyê bigire heya perwerdehiyê, ji xwarinê bigire heya stargeh û tenduristiyê gelek hewcedariyên wisa, bi lezgînî divê werin bicihanîn. Lê di du hefteyên ewil ên piştî erdhejê de alîkarî zêde hate kirin lê piştre kêm dibin. Berpirsiyariya me ew e ku li herêma erdhejê bi lez û bez, bi rêxistinî lê bi rêkûpêk û berdewam pêdiviyên jin û zarokan pêk bînin. Ji ber ku her tim ev fikar heye, gelo wê sibê jî ez ê xwarina zarokên xwe peyda bikim? Fikara ku wê gelo dîsa şorbeyekê bi dest bixe yan jî karibe bincilkên xwe biguherîne.

Elîf Tûrgût diyar kir ku bi kampanyaya “Em bi Pira Xwişkiyê Ji nû ve Ava dikin” ne ji bo alîkariyê,, bêtir ji bo hevgirtina mayînde ye û wiha got: “Em nabêjin kampanyaya xêrxwaziyê. Sedem jî ev e: Weke ku min got, em di serî de ji bo diyarkirina pêwîstiyên bingehîn ên jinan ên li herêma erdhejê dixebitin, kêmasî û binpêkirinên ku tên jiyîn qeyd dikin û van daxwazan weke pêwîstiyeke lezgîn diyar dikin. Ew li ser komkirina tiştên herî lezgîn dixebitin. Di vî warî de me gelek bend û navendên hevgirtinê jî ava kirin. Em hewl didin ku bi kesên ji erdhejê rizgar bûne re hevgirtinekê organîze bikin ku em ê li wir ji nû ve jiyanê ava bikin. Bi vê hevgirtinê re em hewl didin ji bo jin û zarokên li herêma erdhejê ji nû ve jiyanê ava bikin, li cihên xwe jî jiyanê ji nû ve ava bikin û torên hevgirtinê yên mayînde bi rêxistin bikin. Mînak em nizanin sibê wê li Stenbolê çi bibe, lê em dikarin bi hevgirtina ku me ava kirine bi jinan re nîqaşên curbecur bidomînin.”

Tûrgût diyar kir şi Dîlokê di bin banê Komeleya Hunerê ya Narê de gelek konên zarokan hatine vedan û got “Hevalên me di dema gihandina arîkariyê de vê yekê pir dibêjin: Jin dema ku bincilk û pedan dixwazin, fedî dikin. Di vî warî de, pir girîng e ku hewcedariyên wan were peydakirin. Mînak tê gotin ku li herêma erdhejê 24 hezar jinên ducanî hene. Konê tendurustiya jinan ji bo jinên ducanî jî xwedî girîngiyeke taybet e, ji bo ku ev jinên ducanî hem ji tenduristiya zarokên xwe hem jî ji tenduristiya xwe ewle bin.”

Tûrgût, ji bo mîtînga 5'ê Adarê ya li Qada Kartal a Stenbolê ya ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî were lidarxistin û got “Yek ji daxwaza me ya 8’ê Adarê ev e ku, pêdiviyên zarok û jinên li qada erdhejê bi lezgînî were bicihanîn. Di 5’ê Adarê de em ê bi van daxwazan li Stenbolê dakevin qadê.”