TJA li Semsûrê ye: Hêrs û şîna me wê veguhere têkoşînê
Aktîvîstên TJA'yê ji Amedê serdana konên li Narlikûyû kirin û gotin, "Em ê hêrs û şîna xwe veguherînin têkoşîneke mezin."
Aktîvîstên TJA'yê ji Amedê serdana konên li Narlikûyû kirin û gotin, "Em ê hêrs û şîna xwe veguherînin têkoşîneke mezin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarê ya Cîhanî de, ji bo piştevaniya bi jinên mexdûrên erdhejê re, li ber konên jinan ên li navçeya Narlikûyû ya navçeya Navendî ya Semsûrê, li gel tîma ji Amedê hat, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Aktîvîstên TJA'yê, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Amedê, Parlamentera berê ya HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Rengîn Ergul û gelek jinên ji Amedê hatin, serdana konan kirin.
Jinan piştre xelekek çêkirin û tevahiya rojê malzemeyên ku li gundan li jinan bêne belavkirin, li qemyonan bar kirin.
Jinan piştre li ber konê ku TJA'yê veda daxuyaniyek dan çapemeniyê. Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya diyar kir ku wan careke din dîtine bê rêxistiniya jinan çiqasî girîng e û got, "Ji bo avakirina jiyaneke asayî, em ê têkoşînê berfireh bikin."
Kaya got, "Hêrs û şîna me ya îro wê veguhere têkoşîneke mezin" û wiha dewam kir, "Ji ber vê yekê em li vê derê ne. Em soz didin ku têkoşîna xwe mezin bikin."
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û got, "Em îsal li cihê erdhejê tevî TJA û rêxistinên jinan li hev kom bûn. 26 roj in di vê erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe ji dest dan. Dewletê alîkarî nekir. Jin, extiyar, zarok, rêxistinên civakî yên sivîl bi rojane li qadan e, lê dewlet nîne. Ji bo avakirina jiyaneke alternatîf, dilxwaz hemû li vir bûn. Em zanin ku vê felaketê hin tişt nîşanî me da. Dewlet li tu derî nebû, berpirsyariyên xwe bi cih neanî. Dewletê xwarin, xurek belav nekir. Dewlet ne li pişt vî gelî ye. Dewlet ji bo armanca xwe heye."
Aydenîz destnîşan kir ku jin wê bi afirandina jiyaneke alternatîf vê serdemê derbas bikin û got, "Bi têkoşînê, jiyaneke xweser û alternatîf dikare bê avakirin."
Jinan piştre berê xwe dan gundan ji bo alîkariyê li jinên mexdûr ên erdhejê belav bikin.