Polîsan êrîşê çalakiya 8’ê Adarê ya TJA’yê kirin: 10 jin hatin destgîrkirin

Daxuyaniya jinan a 8’ê Adarê ku bi pêşengiya TJA'yê kom bûn, ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku êrîşê dayîkan kirin, jinan destgîr kirin.

Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşmeya "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li ber Nûnertiya HDP'ê ya Kanaryayê li hev kom bû û xwest li vir deklerasyona xwe ya der barê 8'ê Adarê de eşkere bike. Aktivîstên TJA'yê, Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan, Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. 

Jinan xwest ber bi Gola Kuçukçekmeceyê ve bimeşin, lê ji aliyê gelek polîsan ve hatin dorpêçkirin. Jinan bertek nîşanî vê dorpêçê da û xwestin li ber avahiya Nûnertiya HDP'ê daxuyaniyê bidin. Polîsên ku biryara "qedexeyê" ya Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê wekî hincet nîşan dan, gotin ku dê destûrê nedin kud axuyanî bê dayîn. Jinan bertek nîşanî astengkirina meşê dan. 

Piştî wextekê jinan wêneyên bajarên ku di erdhejê de hilweşiyan û dowîzên li ser "Girtiyên siyasî rûmeta me ne" û "Garîbe Gezer nemir e" bilind kirin. Vê carê jî polîsan dowîzên di destê jinan de hedef girtin û gotin ku ger dowîz neyên danîn, dê wan binçav bikin. Jinan jî got "Çima hûn ji bo kesên di erdhejê de mirin nexuya bûn?" û vê helwsta polîsan bi çalakiya rûniştinê protesto kirin. 

POLÎSAN ÊRÎŞ BIR: 10 JIN HATIN DESTGÎRKIRIN

Aktivîsta TJA'yê Eylem Sarica ku di çalakiyê de axivî û got ku ew ê ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane heya peravê bimeşiyana û qurnefîl danîna wir, lê dopêça polîsan û pergala faşîst nahêle." Gava Sarica diaxivî, polîsan êriş bir ser girseyê û 3 dayik destgîrkirin. Polîsan paşê dayikan berda û piştî girse ket hundirê avahiya nûnertiyê, cardin avahiyê dorpêç kirin. 

Hat hînkirin ku di dema dorpêçê de polîsan 10 jin hatine destgîr kirine.