Aktîvîstên TJA'yê bi mexdûrên erdhejê re ne

Aktîvîstên TJA'yê ku di roja destpêkê ya erdhejê de çûn herêmê û dest bi kar kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkên malbatên koç bûne dibin alîkar.

Ji aktîvîstên TJA'yê Tulay Guler anî ziman ku berevajî mêran, jin naxwazin ji xaka xwe koç bikin, yên neçar mane ku koç bikin jî dixwazin li warê xwe vegerin.

Ji aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Tulay Guler ku ji roja destpêkê ve çû herêma erdhejê û alîkariyê bi gel re dike, ji ANF'ê re axivî. Guler ragihand ku ji roja destpêkê ve TJA bi jinên bindest re ye û got, "Weke TJA'yê me dît ku dewlet di 5 rojên destpêkê de nehatin. Me berê xwe dan wan herêman ku erdhejê bandoreke giran li wan kiriye. Me pêşniyar kir ku piştevaniyê li van bajaran bi rêxistin bikin. Gelek TJA'yî çûn bajarên cuda. Gelek hevalên me lîsteyên pêwîstiyan amade kirin. Hin hevalên me jî tevlî karên lezgîn ên rizgarkirinê bûn. Li ber kavilan em bi wan mirovan re bûn ku li benda rizgarkirina xizmên xwe bûn. Me hewl dan ku bersivê bidin pêwîstiyên gelê xwe."

CIHÊKARIYA LI JINÊ TÊ KIRIN

Guler ku destpêkê çû navçeya Bazarcix a Mereşê, diyar kir ku jinên Kurd Elewî yên li wê derê dema ew dîtin kêfxweş bûn, dema jinên bi zimanê wan ê dayikê diaxivin dîtin kêfxweş bûn. Guler bal kişand ser cihêkariya li jinê tê kirin û got, "Em li gundê Kocahasan ê li Bazarcixê bûn. Koordînasyoneke baş hatibû avakirin. Me dît ku li civaka Kurd Elewî cihêkarî tê kirin. Gund bi gund, tax bi tax me xwe gihand 30 gundan. Heta ku qeyûm bê tayînkirin."

BERHEMA JI HEWLDANA XALÎKIRINA JI MIROVAN

Guler destnîşan kir ku dewletê bi taybetî polîtîkaya cihêkariyê meşandiye, ji roja destpêkê ve polîtîkaya xalîkirina ji mirovan dimeşîne û got, "Piştî tayînkirina qeyûm hin hevalên me neçar man vegerin, lê belê me gelê li herêmê bi tenê nehişt, em ê bi tenê nehêlin. Her wiha sedema van polîtîkayan berhema ji hewldanên xalîkirina ji mirovan e. Li hemberî jinan ev yek tê kirin. Divê em piştevaniyê bi jin û zarokan re bikin. Em ê her tim biçin 11 bajaran."

JIN NAXWAZIN KOÇ BIKIN

Guler destnîşan kir ku berevajî mêran, jin naxwazin ji xaka xwe koç bikin, zarokên gelek ji wan nexweş e yan jî ji bo pêwîstiya bi komkirina malbata xwe ji neçarî li koçberiyê difikirin. Guler diyar kir ku têkiliya wan bi malbatên koçî Stenbolê kirine dewam dike û anî ziman ku TJA bi pirsgirêkên malbatên koç kirine eleqedar dibe, wan bi tenê nahêle. Guler got, "Karê me yê sereke çareserkirina pirsgirêka stargehê ji bo mexdûrên erdhejê yên hatine vê derê. Me dît ku 20 kesên hatine Stenbolê li heman malekê dimînin. Kirê zêde bûye, em hewl didin pirsgirêka stargehê çareser bikin. Gelek jin dixwazin li warê xwe vegerin. Koka mirovan li xaka wan e. Jin naxwazin ji cihê ku lê ji dayik bûne qut bibin. Ser û bin bûye jî hewl dide li xaka xwe vegerin."