Komelgeha Jinên Azad a Rojhelatê Kurdistan (KJAR) bi boneya pêşwazîkirina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyaniyek parve kir. KJAR’ê piştgiriya xwe ya ji bo pêngava ku Komelaya Jinên Kurdistanê (KJK), ‘Bi Dirûşma Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ ragihandî, diyar kir û got: “8’ê Adarê, roja tekoşîn û serkeftina jinan a li hemberî zilma modernîta kapîtalîst, zilamsar a cîhanî bû. Jin û gelên Îranê êdî tenê bi hêza xwe bawerin, dema gelek bi hêza xwe hesiya, ji xwe bawer bû dikare bi dehan deshilatan birûxîn e. Vegera berê mirine.”
Daxuyaniya KJAR’ê wiha ye:
“Em demek wiha de 8’ê Adarê pêşwazî dikin ku şoreşa azadiya jinan gerdûnî bûye. Karektera serdemê, bi berxwedanî, hevgirtin, tekoşîn û di azadiyê de bi israr, xemilandiye. Fedayî û pêşengên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ çanda Serhildan û berxwedanê ya 8’ê Adarê, digihînin wateya herî rast. Ala serfiraziyê rakirine, azadî û demokrasî pêşkêşî mirovahiyê dikin. 8’ê Adarê, roja tekoşîn û serkeftina jinan a li hemberî zilma modernîta kapîtalîst, zilamsar a cîhanî bû. Ev tekoşîn û berxwedan, bi şoreşa bi heybet ya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, bûye tol standina herî bi hêz a ji hişmendiya mêr, Dewlet, sîstema kapîtalîs modernîte. Mirovatî vê rojê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve ku bûye sembola tekoşîn, hevgirtin û serkeftinê, pêşwazî dikin.
Rejîma ku ev 45 salin berdewam polîtîkayên îmha û înkarê li ser çand, nasname û hebûna civakan da meşandin. Dîroka 8’ê Adarê, ji bo jinên Îranê xwedî giringiyekî taybet e. 45 sal berê, dema Rejîma teokratîk, faşîst, cihê dîktatoriya şah girt, carek din jin kirin hedefa desthilatiya xwe. Rejîma zextger û hegemon, ev 45 salin, hewldana fetisandina enerjiya berxwedana civakê dide. Di sala 1979’an de, bi boneya 8’ê Adarê dema jinan xwest dakevin meydanan daxwaza mafên xwe bikin, rejîma dîktator derketina jinan qedexe kir. Lê ji wê rojê heya niha, desthilata Rejîma Îranê, bi meşandina îşkence û darvekirinan hewil dan tirs û xofeke ji deshilatdariyê bixin nav gelan. Dixwazin ku bi vî rengî, îrade û hebûna wan teslîm bigirin. Ji bona xwe, ol xistin amûra sereke a serkut kirina jin û netewan. Di bin navê hîcabê de, hemû mafên siyasî, civakî, aborî ji jinan standin. Şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, veguherî dijî şoreşê. Ne tenê xwest ku serê jinê binixumînin û bigirin, xwestin mejiyê jinê binixumînin û bigrin. Bi vî awayî hedef dikirin ku, di şexsê jinê de civakeke bêhiş ku lêpirsîn nake, ava bikin. Sîstema wîlayetê feqî, xwe xist xwedayê ser rûyê erdê, jin, netew, bawerî weke kafir bi nav kirin û di komkujiyan re derbas kirin. Lê çanda jin-dayik tu carî teslîmî hişmendiya zayendperst nebû. Jin niha bi zanista civaknasî û dîroknasî, li meydanan desthilatan dixin jêr lêpirsînê de û hesab ji wan dixwazin.
Mîras û tekoşîna jinan ya sed salan, di şexsê berxwedaniya jinên Kurd, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azad’ ve bûye hêza rizgariya hemû mirovahiyê. Ev pêşveçûn kelecan didin, hêvî ava dikin, roj bi roj îdayên jiyanek bi wate û azad, mezintir dikin. Bi taybet berxwedan û tekoşîna ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş dikeve, sira berxwedana jinan û civakê ye, sembola jiyan û nasnameya azad e. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ îsbat kir ku ev serdem, serdema modernîteya jinan e. Di sedsala 21’an de, êdî jin dîroka azadiya xwe, bi xwe dinivîsin. Îdeaya şoreş û azadiya jinan, di sedsala 21’an de pêk tê. Ev serdem di şexsê tekoşîna jinan de, bû serdema zanista ronesans, bingehê şoreşa civakî a di Rojhilata Navîn û cîhanê de. Tevahî dîwarên nijadperestî, zayendperestî, olperestî, ji holê rakirin. Jin û gelên ku birçiyên azadî û demokrasiyê bûn, bi hembêz kir. Vê şoreşê wijdana mirovahiyê şiyar kir, çanda berxwedanê zindî kir. Qedera bindestiyê parçe kir, wate û giringiya jin û jiyanê, bi mirovahiyê da hesandin. jin, netew, bawerî, di sedsala 21’an de, bi çanda berxwedêr a gelê Zagrosê, hesab ji şaristaniya serdest a zilamsalar, dixwazin. Formula efsûnewî ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zihniyeta Netewa Demokratîk, pêş xist. Em ji vê şoreşê re dibêjin: ‘Şoreşa zihnî.’ Netewa Demokratîk bi ferdê azad, bi îradeya azad a serbixwe, zanistek kûr û zihniyetek demokratîk, tê avakirin. Tekoşîna jinan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de ku, li ser bingehê felsefeya azadîxwaz pêş dikeve û her roj geştir dibe, bûye bingehê herî xurt yê avakirina ‘Netewa Demokratîk’. Zemînê ku şoreşa jinan ava kir, girîng û bi heybet e. Ji ber vê yekê, em dibêjin dema avakirina Konfedralîzma Jinan e. Avakirina sîstema Konfedralîzma Demokratîk a jinan, tê wateya rûxandina zihniyeta netewperest û mezhebperest yê rejîma dîktator a Îranê.
Ev çanda berxwedanê, bi şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve zindî bû û vegeriya cewherê xwe. Bû teqandineke herî mezin a di zihniyeta Rejîma deshilatdar de. Dewlet êdî li beramberî hêz û îradeya şoreşa jinan, rizandinê jiyan dike. Bi siyaseta êrîş kirinê, îskelêtê (teşe) xwe diparêze, bi tekoşîna radîkal ya jin û gelan, wê ev îskelêt jî dem dirêj ber xwe nede. Êdî civaka ku hemû bedel dane ber çav, heta dawiyê di azadiyê de îsrar dike û ev yek şêwazê çawa jiyan kirinê, dide diyar kirin. Bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve alternatîfa xwe ji bo jiyanek komînal, demokratîk û azad didin diyar kirin. Di sedsala 21’an de êdî jin xwe qurbanî nabînin, hêza pêşeng ya guhertin û veguhertinê dibînin. Xwe hêza çareseriyê dibînin. Cesaret ji zanista xwe digrin, birdozî û sîstema wîlayeta feqî ya pasgirtî di bingeh de red dikin. Îranekî azad û demokratîk tenê bi azadiya jinan pêkan dibe. Rejîma despot xwest jinan ji meydanan qut bike, bi fikir, hest, ceste, di nav çar dîwaran de zindan bike. Lê jinan bi cesaretek mezin meydan weke sengera hevbeş ya tekoşînê û gihandina azadiyê hilbijart. Êdî çi dibe bila bibe, wê zihniyeta destpot ya mêrsalar li hember jinên berxwedêr nikaribe li ber xwe bide. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bûye sîwanekî herî bi hêz ku hemû jin, netew, bawerî dikarin xwe li jêr vî sîwanî de bi rêxistin bikin û mafên xwe yên siyasî, çandî, civakî, aborî, ekolojî bistînin.
Em bi rihekî wisa 8’ Adarê pêşwazî dikin ku jin di kêliyên azadiyê de, jiyan dikin. Bi eşq, hêvî, cesaret û heskirina jin bi jiyanê re biharek nû pêşwazî dikin. Bi 8’ê Adara 2023’yan re, pêwîste ku em bi tekoşîna xwe meşeleyên azadiyê di Rojhilat û Îranê de bilintir bikin, zihniyeta destpot a mêrsalar li ser jin û jiyanê bi dawî bikin. Em di pêvajoyekî wiha hestiyar û dîrokî de derbas dibin ku, tenê rêxistin kirin, hevgirtin û parastin, dikarin şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bigihije serkeftinê. Carek din jin û gelên Îranê pê hesiyan ku, tenê hevgirtin, dikare bibe sembola serkeftinê ya li dijî deshilatdarên serdemê. ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi şêwazekî pir qayim, bi şehîdên qehreman, fedayî yên demê, ev pir di navbera gelan de ava kir. Emê bi tekoşînekî pir xurt, bi rih û zanista vê şoreşê, hemû kolan, tax, dibistan, zanîngeh, gund û bajaran bi rêxistin bikin û şoreşê berfireh û mezintir bikin. Wê tu hêz nikaribe vê şoreşa bi heybet, ji cewherê wê derxe, pêşeng û parêzvanê vê şoreşê, şehîdên mezin û nûnerên rasteqînin ku, di zindanan de, di kolanan de canê xwe dixin mertal. Taybetmendiya şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji hemû şoreşê din cûdatir e. Ji ber ku pêşengên rasteqîn jin û ciwanin. Destûr ji tu hêzên paşeverû, netewperest, xwedî zihniyetek zayendperest re nadin ku, vê şoreşê bidizin û li ser wê desthilatiya xwe bidin meşandin. Jin û gelên Îranê êdî tenê bi hêza xwe bawerin, dema gelek bi hêza xwe hesiya, ji xwe bawer bû dikare bi dehan deshilatan birûxîn e. Rêjîma hegemon li ber vê hêza gel ketiye lerzê. Ji bo wê eger em duh li meydanan bi hezaran bûn, pêwîste sibê bibin bi milyonan. Em ji bîr nekin, dema ku em yek bin bi hêza serkeftina me, di yek girtina me de ye. Pêwîste jiyana her ferdekî civaka Kurd, Belûc, Ereb, Fars, Azer hw, di mal, dibistan, zanîngeh, hemû qadên jiyanê tekoşîna azadiyê, rêxistin kirin be. Bi mehane berxwedaniya gelan dide diyar kirin ku vegere berê ne mumkune, vegera berê mirine. Em bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa mezin a jinan dimeşin. Meşa azadiyê bi pêşengiya jinan dest pêkiriye, êdî tu kelem nas nake, di serkeftinê de bi îsrar e. Mîmarê felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo di 8’ê Adara sala 1998’ an de meşa azadiyê ya Gerîlayên jin da dest pêkirin. Bîrdoziya rizgariya jin îlan kir, tekoşîna jinan ji bo jiyanek azad derxist asta herî jor. Jin bi fikir û felsefeyê bûn xwedî hêz, îrade, bi meşa azadiyê, tekoşîna rizgariyê dan destpêkirin. Pêwîste ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, navenda hemû xebetên me be, bi azadiya Rêber Apo re azadiya mirovahiyê misoger dibe.
Em weke Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistan KJAR beşdarî pêngava ku Komelaya Jinên Kurdistanê KJK ê, bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî, Ber Bi Şoreşa Jinê’ îlan kiriye, dibin. Em bi îdea ne ku ev pêngava girîng bi tecrube û ezmûna bi salan ya jinên Kurd rengê şoreşa jinan bigihîne hemû deverên cîhanê. Her jinek, her ferdekî civakê, pêwîste tekoşîn û terzê jiyana xwe, bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bixemlîne û bibe ya xwe. (XWEBÛN). Bi vê pêngavê re, bi sala nû re, emê nehêlin ku tu jinek bê rêxistin û bê parastin bimîn e. Weke KJAR em xwedî mîrasekî pir mezinin, emê bi hêza xwe ya siyasî, civakî û parastinê tekoşîna xwe mezintir û bi hêztir bikin. Emê nehêlin ku tu kesek berhemê keda me bidize. Di şexsê jina pêşeng, jina berxwedêr Zeyneb Celalyan de, wê tekoşîna me ya ji bo azadiya girtiyên siyasî, di asta herî jor de be. Wê hevgirtin û tekoşîna jinan bi şêwazekî hevbeş, pilatform, kolektîf, komîte, sîstema rêxistin kirin û sîstema parastina jinan, mezin kirin, plan û pirojeya me ye sereke be. Rêjîma deshilatdar ji hebûna me, ji goristan û navê şehîdên me, ji diruşmeyên me tirs û xofekî mezin jiyan dike. Ji bo wê bi boneya 8’ Adarê pêwîste jin, ciwan û hemû ferdên civakê di gund û bajarên Rojhilat û Îranê de, dengê şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilintir bikin. Hemû goristanên şehîdan, her devera ku xwîna şehîdê me lê rijiyaye, tevahî qadên jiyanê, bi dirûşme û cewhera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bixemlînin. Sonda xurtkirina têkoşîn û serkeftinê bi şehîdên azadiyê re nû bikin. Carek din em bi boneya 8’ê Adarê, şehîdên azadî û demokrasiyê bi rêzdarî bîr tînin û sonda serkeftinê dûbare dikin. Bi bilinkirina tekoşînê, wê berxwedanî û azadî teqez serkev e.”