Jin xwe ji 8’ê Adarê re amade dikin

Jinan li gelek navend starta 8’ê Adarê dan û gotin: “Em bi hêrs in û em ê hesab ji vê zilmê bixwazin û jiyanek nû ava bikin.“

Jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gelek navendan starta xebatan dan.

MELETÎ

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ên ji bo piştevaniya jinên mexdûrên erdhejê ji herêma Serhedê hatin Meletiyê di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de daxuyanî dan. Jinan li ber Navenda Koordînasyonê ya li navçeya Yeşîlyûrdê daxuyanî dan. Jinan pankarta “Piştevaniya jinan dide jiyandin” vekirin û li ser navê jinan Hevseroka DBP’ê ya Bajarê Wanê Şengul Polat daxuyanî xwend. Şengul Polat diyar kir ku ew wek TJA’yê ji roja ewil ve li herêmên erdhejê di nava piştevaniyê de ne ji bo felaketên wiha dijwar rû nedin, ew ê di çarçoveya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinan de bajarên xwe ava bikin.

Piştre Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Meletiyê Perîhan Yucekaya jî anî ziman ku tevî ku 25 roj di ser erdhejê re derbas bûye jî hê jî pêdiviyên jiyanê yên serek nehatine bicihanîn û barê giran ê fê tofana dijwar li ser mile jinan maye. Yucekaya got ew jî wek HDP’ê û TJA’yê dixwazin birînên mexdûrên erdhejê bipêçin û piştevaniya jinan bikin.

EDENE

TJA’yê û Meclîsa Jinan a HDP’ê Edeneyê jî li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka HDP’a Edeneyê Hêlîn Kaya daxuyanî da û diyar kir ku desthilat bi polîtîkayên şer û tundiyê welat ber bi feqîriyek mezin ve biriye û îktidarê di erdhejê de her kesî bi tenê hiştiye. Yucekaya anî ziman ku îro li herêmên erdhejê dem dema piştevaniya jinan e û got: “Em jin em ê kavilan rakin. Em ê jiyanek nû ava bikin.”

MÊRSÎN

TJA û Meclîsa Jinan a HDP’a Mêrsînê li avahiya HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û starta xebatên 8’ê Adarê da. Parlamentera HDP’ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan û gelek jin tev li civÎnê bûn. Çîgdem Goksay li ser navê jinan metna daxuyaniyê xwend û bernameya dê di 8’ê Adarê de pêk bînin parve kir.

Goksoy bernameya 8’ê Adarê wiha parve kir:

“* 3’ê Adarê: Dê li taxên Kazanli, Ozgurluk û Çîlek serdana jinên mexdûrê erdhejê bê kirin.

* 4’ê Adarê: Li Toroslarê serdana jinên mexdûrên erdhejê bê kirin.

* 5’ê Adarê: Li Yenîşehîrê dê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin.

* 6’ê Adarê: Ji jinên girtî re kart bên şadnin. Piştre jî li Mezîtlî û Erdemlî dê serdana mexdûrên erdhejê bê kirin.

* 7’ê adarê: Li Tarsûsê serdana malbatên mexdûrên erdhejê bê kirin.

* 8’ê Adarê: Bi Platforma Jinan re meşa şevê.”

STENBOL

Li Stenbolê jî TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê di çarçoveya xebatên 8’ê Adarê de bi armanca piştevaniya bo jinên girtî li navçeyên Umraniye, Uskudar, Ataşehîr, Sancaktepe, Çekmekoy, Pendîk, Fatîh û Esenyûrdê li şaxên PTT’ê kartan ji girtiyan re şandin.

Jinan dirûşma “Jin jiyan azadî” berz kirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî TAJ û Meclîsa Jinan a HDP’ê TIR’a Mor a alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê yên Hatayê şadnin. Hevseroka HDP’a Îzmîrê Berna Çelîk axivî û diyar kir ku ew îsal 8’ê Adarê bi piştevaniya jinan re pêşwazî dikin û ew ê her piştevaniya jinên mexdûr ên erdhejê bikin.