CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Li Hollandayê di çalakiya avhewayê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê şeva Şemiyê tevgera jîngehê Extînctîon Rebellîon çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de zêdeyî 1500 kes hatin destgîrkirin. -
Li Bolîvyayê li dijî sûcê zayendî yê rahîban meşek hate lidarxistin
Li gelek bajarên Bolîvyayê li dijî sûcên zayendî yên ku rahîban li dijî zarokan kirine, meş hatin lidarxistin. -
Li Brîtanyayê rekoreke din a koçberiyê hat tomarkirin
Sala 2022’yan 606 hezar kesan koçê Brîtanyayê kir. -
Bazara Elmanyayê kesad e
Elmanya ku li Ewropayê aboriya herî xurt ya wê ye, li ser hev du çaryekan ket û bi şûn de, çaryeka yekemîn a salê ket resesyonê. -
Li Sûdanê tevî agirbestê jî şer dewam dike
Li Sûdanê ji şeva Duşemê û vir ve di navbera aliyan de bi rengekî fermî agirbest hat îlankirin. Tevî agirbestê jî şer li paytext Hartûmê dewam kir. -
Di hilbijartinên Yewnanistanê de hewldana sixtekariyê: 5 kes hatin destgîrkirin
Di hilbijartinên giştî de yên ku îro li Yewnanistanê hatin kirin de polîsan dest danîn ser çenteyekî ku tê de 197 nasname, pasaport û 114 zerfên mohrkirî hebûn. Polîsan 5 kes destgîr kirin. -
Li Bernê ‘Qirkirina Pontûsê’ hate bîranîn
Ciwanên Şoreşger ên Behra Reş li bajarê Bernê yê Swîsreyê bi boneya 19’ê Gulanê Roja ‘Qirkirina Pontûsê’ bi bîr anîn. -
Yewnanistan li ser sindoqan e
Li Yewnanistanê ji bo hilbijartinên parlamenteriyê, hilbijêr çûn ser sindoqan. Anket nîşan didin ku serokwezîrê rastgir Krîakos Mîçotakîs favorî ye. Partiya Syrîza ya çepgir jî dixwaze car din were ser desthilatdariyê. -
Bager li herêma Rohîngyayê rabû, 145 kesan jiyana xwe ji dest da
Hat ragihandin ku hejmara kesên ji ber Bagera Mocha ku li Myanmar û li herêma Rohînya ya Bangladeşê rabûye, jiyana xwe dest daye, bûye 145. Li gor NY’yê bandora bagerê li 800 hezar kesan bûye. -
Li Îtalyayê ji ber rabûna lehiyê 14 kesan jiyana xwe ji dest da
Bûn 14 kes ku ji ber lehiya li herêma Emîlîa-Romagnaya ya li bakurê Îtalyayê, jiyana xwe ji dest didin. -
Çeteyên çekdar li Bûrkîna Fasoyê 20 sivîl qetil kirin
Li rojhilata navîn ya Burkîna Faso, komên olî jin û zarok jî di nav de 20 sivîl qetil kirin. -
Esad li Siûdî Erebistanê wê tevlî Civîna Ereba ya destpêkê bibe
Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar El Esad beriya Civîna Komkara Ereban, şeva Pêncşemê çû bajarê Cîdde yê Siûdî Erebistanê. -
Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû
Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin ku 9 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îtalyayê cardin lehî rabû
Li herêma navîn a Îtalyayê, cardin lehî rabû, 5 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Li cîhanê hejmara mirovên birçî gelekî zêde bûye
Li gorî rapora saziya bi navê Krîzên Xurekê yên Global (GRFC) rêjeya mirovên di asteke metirsîdar de birçî ne, di sala 2022'an de gihîşt 258 milyon kesî. -
Li Bûrkîna Faso 33 sivîl hatin qetilkirin
Li rojavayê Bûrkîna Faso di êrîşên çekdaran de yên tê gotin 'cîhadîst' bûn, herî kêm 33 sivîl hatin qetilkirin. -
NY: Artêşa Maliyê û ‘leşkerên biyan’ herî kêm 500 kes înfaz kirine
Li gora raporeke ku Serkomîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, sala 2022’yan li Maliyê, artêşê û ‘leşkerên biyan’ di operasyonan de herî kêm 500 kes înfaz kirine. -
Di şerê Gazze-Îsraîlê de 31 kes mirin
Şerê navbera Îsraîlê û komên çekdar ên li Gazzeyê dewam dikin. Di sê rojên dawî de 30 Filîstînî û Îsraîliyek hatin kuştin. Misir ji bo agirbestê kete nava liv û tevgerê. -
Sûdanî serdana Mûsilê kir
Şandeyek ji hikûmeta Iraqê bi pêşengiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Mûsilê kir. -
Saziyên hiqûqê yên Swîsreyê, bertek nîşanê girtina parêzeran da
Gelek saziyên hiqûqê yên Swîsreyî, destgîrkirin û girtina parêzeran li Tirkiyeyê, şermezar kir û xwest dev ji zextan bê berdan. -
Par 71 milyon kes li hundirê welatê xwe koçber bûn
Li gorî raporeke nû, krîzên li pey hev bûn sedem ku di sala 2022'an de zêdeyî 71 milyon kes li nava welatê xwe koçber bibin. -
Li Nîjeryayê keştiyek binav bû
Li ser rûbarekê li eyaleta Sokoto ku li rojavayê bakur ê Nîjeryayê ye, keştiyeke zarok tê de, binav bû, herî kêm 15 zarokan jiyana xwe ji dest da û 25 zarok jî winda bûn. -
Siûdî Erebistanê Beşar Esad vexwend Civîna Yekîtiya Ereban
Qralê Siûdî Erebistanê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku wê di 19’ê Gulanê de li Cîddeyê were lidarxistin. -
Li gorî Pûtîn cîhan di nuqteyeke nû ya diyarker de ye
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma leşkerî ku bi wesîleya Roja Serketinê 9’ê Gulanê ya li dijî Naziyan hatî kirin de axivî û got: “Hiyerarşî di noqteyek nû ya diyarker de ye. Li dijî welatê me şer hat îlankirin.” -
Di navbera Kanada û Çînê de krîza dîplomatîk
Hikûmeta Kanadayê, dîplomatîkî Çînî bi hewldana tirsandina parlamenterekî Kanadayî sûcdar kir û weke “mirovê nayê xwestin” îlan kir. Çînê ji bo vê krîza nû ya dîplomatîk, Kanada sûcdar kir.