Li Nîjeryayê keştiyek binav bû

Li ser rûbarekê li eyaleta Sokoto ku li rojavayê bakur ê Nîjeryayê ye, keştiyeke zarok tê de, binav bû, herî kêm 15 zarokan jiyana xwe ji dest da û 25 zarok jî winda bûn.

Zarokên gundê Dûndejiyê, wê biçûna aliyê din ê rûbara Shangarî û êzing berhev bikirana.

Li gor rayedarên herêmî, ji ber giraniya zêde, keştî binav bûye, 13 jê zarokên keç, 15 zarok fetisîne û 25 jî winda bûne.

Li gor hin çavkaniyên din cenazeyên 17 zarokan ji avê hatine derxistin.

Gera li zarokan, di bin avê de berdewam e.

Hat gotin ku zarokên gund, ji bo bi malbatên xwe yên xizan re bibin alîkar, her roj di ser rûbarê re derbas bûne û çûne berhevkirina êzingan.