Sûdanî serdana Mûsilê kir
Şandeyek ji hikûmeta Iraqê bi pêşengiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Mûsilê kir.
Şandeyek ji hikûmeta Iraqê bi pêşengiya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî serdana Mûsilê kir.
Ofîsa Enformasyonê ya Serokwezîrtiya Iraqê ragihand ku şandeyek bi pêşengiya Sûdanî serdana Mûsilê kiriye.
Hate ragihandin ku serdana şandeya Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî di çarçoveya serdanên ji bo bajarên din ên welat de hatiye kirin. Herî dawî Sûdanî serdana bajarê West kiribû.
Ev serdana Sûdanî di demekê de bû ku Şengal, Deşta Nînowa û pêkhateyên din ji hatina PDK'ê li herêmên xwe nerehet bûn.
Gelên herêmê jî peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî û PDK’ê ya li ser Şengal û Deşta Nînowa de qebûl nakin.