CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Par 71 milyon kes li hundirê welatê xwe koçber bûn
Li gorî raporeke nû, krîzên li pey hev bûn sedem ku di sala 2022'an de zêdeyî 71 milyon kes li nava welatê xwe koçber bibin. -
Li Nîjeryayê keştiyek binav bû
Li ser rûbarekê li eyaleta Sokoto ku li rojavayê bakur ê Nîjeryayê ye, keştiyeke zarok tê de, binav bû, herî kêm 15 zarokan jiyana xwe ji dest da û 25 zarok jî winda bûn. -
Siûdî Erebistanê Beşar Esad vexwend Civîna Yekîtiya Ereban
Qralê Siûdî Erebistanê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku wê di 19’ê Gulanê de li Cîddeyê were lidarxistin. -
Li gorî Pûtîn cîhan di nuqteyeke nû ya diyarker de ye
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di merasîma leşkerî ku bi wesîleya Roja Serketinê 9’ê Gulanê ya li dijî Naziyan hatî kirin de axivî û got: “Hiyerarşî di noqteyek nû ya diyarker de ye. Li dijî welatê me şer hat îlankirin.” -
Di navbera Kanada û Çînê de krîza dîplomatîk
Hikûmeta Kanadayê, dîplomatîkî Çînî bi hewldana tirsandina parlamenterekî Kanadayî sûcdar kir û weke “mirovê nayê xwestin” îlan kir. Çînê ji bo vê krîza nû ya dîplomatîk, Kanada sûcdar kir. -
Li Sûriyeyê êrîşa hewayî: Bazirganekî sereke yê maddeyên hişbir hat kuştin
Li Sûriyeyê bazirganekî sereke yê maddeyên hişber û malbata wî di êrîşeke hewayî de hatin kuştin. -
Li Kongoyê karesata lehiyê: Herî kêm 400 kes mirin
Li herêma Kîvû ya Başûr a li Komara Kongo ya Demokratîk, bîlançoya lehiyê giran dibe. Hate ragihandin ku herî kêm 400 kes ji ber lehiyê mirine. -
Sûriye piştî 11 salan car din tevlî Yekîtiya Ereb bû
Wezîrên karên derve yên welatên Yekîtiya Ereb, li Qahîreyê civîn lidar xistin û biryar dan ku Sûriye car din tevlî Yekîtiya Ereb bibe. -
Li Vîetnamê germahî gihîşt 44 pileyî
Li Vîetnamê roja Şemiyê germahî gihîşt 44.1 pileyî û rekor şikand. -
Li Kongoyê ji ber lehiyê zêdeyî 200 kes mirin
Li rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîk (RDC) ji ber lehiyê û hezazê herî kêm 203 kes mirin. -
Li DYE'yê êrîşa çekdarî: 9 kes hatin kuştin
Li eyaleta Texasê ya DYE'yê, li navendeke bazarê êrîşeke çekdarî hate kirin. Herî kêm 9 kes hatin kuştin. -
Kosterê SPD’yî: Erdogan peşkê li pêvajoya dayîna biryara siyasî dixe
Parlamenterê Partiya Civakî ya Demokrat (SPD) ê Parlamentoya Ewropayê (PE) Dîetmar Koster, operasyonên dawîn ku Kurd pê tên armanckirin, şermezar kir. -
Li Rûandayê lehî rabû: Zêdeyî 100 kes mirin
Li bakur û rojavayê Rûandayê lehî rabû û zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Belgradê li dibistaneke seretayî 8 zarok û gardiyanek hatin qetilkirin
Li paytexta Sirbistan Belgradê, li dibistanekê 8 zarok û gardiyanek di encama êrîşeke çekdarî de hatin qetilkirin. -
Tirkiye di azadiya çapemeniyê de kete lîsteya 'welatên xeternak'
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) di Endeksa Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê ya 2023'an de Tirkiye di nava 180 welatî de xist rêza 165'an. -
Li Fransayê bi sed hezaran kes daketin kolanan, şer dest pê kir
Li Fransayê di 1’ê Gulanê de çalakiyên li dijî reforma teqawidiyê derketin pêş. Bi sed hezaran kes daketin kolanan û li gelek deran şer dest pê kir. -
Serokkomarê Îranê diçe Şamê
Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî wê roja Çarşemê ji bo 2 rojan serdana Şamê bike. -
Partiya Çep a Fransayê: Dîktator Erdogan ditirse!
Partiya Çep a Fransayê li dijî operasyonên qirkirina siyasî yên hemwext ku di 25'ê Nîsanê de li gelek bajaran pêk hat nerazîbûn nîşan da û got, "Dîktator Erdogan ditirse." -
Li Kenyayê hovîtî: Herî kêm 95 kes ji bo ‘hevdîtina bi Îsa’ ji birçînan jiyana xwe ji dest dan
Li daristana Shakahola ya li rojhilatê Kenyayê cenazeyê pênc kesên din hate derxistin. Endamên terîqetekê ji bo ‘hevdîtina bi Îsa’ rojî girtibûn û ji ber vê jiyana xwe ji dest dan. Hate diyarkirin heta niha 95 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Îranê Ayetûllahek hate kuştin
Hate ragihandin ku li Îranê rayedarekî payebilind ê olî li bakurê welêt hatiye kuştin. -
Li Sûdanê agirbesta ji bo 72 saetan
Li Sûdanê di şerê navbera artêşê û hêzên paramîlîter ên hevkarê wan ê berê de, bi pêşengiya DYE'yê ji bo 72 saetan agirbest hate ragihandin. Lê belê nehate zanîn ku şer sekinî ye yan na. -
Li Kenyayê 51 termê kesên ji tarîqatekê hatin dîtin
Li rojhilatê Kenyayê li daristanekê 51 termê endamên tarîqetekê hatin dîtin. Serokê Dewleta Kenya William Ruto bûyer wekî "terorîstên ku ol bikar tînin” şermezar kir, lê tê gotin ku haya dewletê ji xebatên tarîqetê heye. -
Li Ewropayê lêçûnên leşkerî di asta herî bilind de ne
Li gorî raporekê, lêçûnên leşkerî yên li Ewropayê yên sala 2022'an ji dawiya Şerê Sar û vir ve gihîştiye asta herî bilind. Lêçûn bi taybetî bi şerê Ûkraynayê re zêde bû. -
Bi deh hezaran Îsraîlî li dijî reforma edlî car din daketin qadan
Li paytexta Îsraîl Tev Avîvê bi deh hezaran kes li dijî reforma edaletê ku hikûmeta Serokwezîr Benyamîn Netanyahû ferz kiriye, daketin qadan. -
Qurbaniyên komkujiya Elmanyayê li Namîbyayê tên bibîranîn
Gelên Herero û Namas ku serdema mêtingeriyê ji aliyê Elmanyayê ve hatine qetilkirin, qurbaniyên xwe bi bîr tînin.