Siûdî Erebistanê Beşar Esad vexwend Civîna Yekîtiya Ereban
Qralê Siûdî Erebistanê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku wê di 19’ê Gulanê de li Cîddeyê were lidarxistin.
Qralê Siûdî Erebistanê, Serokê Sûriyeyê Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku wê di 19’ê Gulanê de li Cîddeyê were lidarxistin.
Piştî ku Sûriye di sala 2011'an de ji nû ve entegreyî Yekîtiya Ereban bû, Qralê Siûdî Erebistanê Selman, Beşar Esad vexwend civîna Yekîtiya Ereban a ku wê di 19’ê Gulanê de pêk were.
Di daxuyaniya Serokatiya Sûriyeyê de hat diyarkirin ku Esad vexwendnameya Qral Selman wergirtiye.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Civîna bê wê li Siûdî Erebistanê wre kirin û ev civîn wê çalakbûna Ereban xurttir bike.”
Hat ragihandin ku vexwendname ji aliyê Balyozê Siûdî Erebistanê yê Urdinê Nayîf El-Sudayrî ve hatiye ragihandin.
Esad herî dawî di sala 2010’an de beşdarî civîna Yekîtiya Ereban bûbû. Ev civîn li bajarê Sîrte yê Lîbyayê hatibû lidarxistin.
Hikûmeta Siûdî Erebistanê û Şamê ragihandin ku ew ê piştî 11 salan roja Sêşemê bi hev re nûnertiyên xwe yên dîplomatîk vekin.
Siûdî Erebistanê di demên dawîn de têkiliya xwe ya bi Sûriyeyê nerm kiriye. Tê zanîn ji aliyekî ve jî Îran piştgiriyê dide hikumeta Şamê.