Îranê îdîaya ku wê êrîşî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Londonê kiriye red kir

Îranê bi zimanekî tund red kir ku tu eleqeya wê bi komploya li dijî Balyozxaneya Îsraîlê ya li Londonê re tune ye.

Polîsên Îngilistanê di du operasyonên cuda yên çarçoveya têkoşîna li dijî terorê de 7 jê Îranî 8 kesên gumanbar binçav kiribûn.

Rojnameya The Timesê îdîa kir ku binçavkirin têkildarî plana êrîşa muhtemel a li dijî Balyozxaneya Îsraîlê ye. Lê belê ev yek ji aliyê meqamên fermî ve nehate teyîdkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçi li ser medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got: ‘’Îran bi awayekî teqez red dike ku tu eleqeya wê bi bûyereke bi vî rengî re tune ye û ji kanalên dîplomatîk agahiyeke bi vî rengî nehatiye dayîn.’’

Her wiha Arakçi têkildarî girtiyên Îranî anî ziman ku ger sûcdarkirineke rastîn li holê hebe, ew amade ye ku piştgiriya lêpirsînê bike.

Wezîrê Karên Hundirîn ê Ingilistanê Yvette Cooper jî diyar kir ku operasyon di çarçoveya gefên li dijî dewletê û têkoşîna li dijî terorê de hatine kirin.

Ev operasyon hevdemî  serdema muzakereyên nukleerî yên di navbera DYE û Îranê yên bi navbeykariya Ummamê de hatin lidarxistin.

Arakçi anî ziman ku hin alî ji bo sabotekirina dîplomasiyê û zêdekirina rageşiyê serî li operasyonên derewîn didin. Her wiha Îranê diyar kir ku ew ji bo eşkerekirina bûyerê amade ne ku hevkariyê bikin.