Koreya Bakur fûzeyên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê

Koreya Bakur, sibeha Pêncşemê fûzeyên balîstîk ên ku menzîla wan kurt e avêt Deryaya Japonyayê.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê serkana giştî ya leşkerî ya Koreya Başûr ve hatiye dayîn, hat diyar kirin ku çend fûzeyên ji cureyên cuda ji herêma Wonsanê hatine avêtin û ketine nava deryaya ku nêzî 800 kîlometre dûre.

Di daxuyaniyê de ev çalakî weke “provokasyoneke vekirî” û “ji bo aştî û îstîqrara herêmê gefên cidî” hat pênasekirin.

Hejmara fûzeyan nehat eşkerekirin, danê sibehê saet di navbera 08.10 û 09.20’an de fûze hatin avêtin. Wezareta Parastinê ya Japonyayê, ragihand ku avêtina fûzeyan ti bandorek li ser ewlekariya welêt nekiriye.

Koreya Bakur, piştî du mehan cara ewil e fûze avêtin. Cerbandina herî dawî di 10’ê Adarê de di tetbîqata hevpar de hatibû kirin.

Helwestên Neteweyên Yekbûyî qedexe dike ku Koreya Bakur xwedî fuzeyên balîstîk be. Lê Pyongyang demeke dirêj ev qedexe binpê kiriye.

Koreya Bakur di 28’ê Nîsanê de danasîna keştiyek nû ya bi navê "Choe Hyon" kiribû. Tê peyîn ku keştî di sala 2026’an de bikeve meriyetê. Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un, ji bo karûbarên amadekirina keştiya deryayî ya bi çekên nukllerî zû biqede, ferman daye.