Lîtvanyayê vekişandina ji peymana mayinên antî-personal erê kir

Piştî dengdana li parlamentoya Lîtvanyayê biryara vekişandina ji Peymana Ottowayê ku mayinan qede dike, fermî bû.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de ev yek hate gotin: ‘’Êdî fermî bû: Lîtvanya îro bi biryareke ku ji aliyê Parlamentoyê ve hate erêkirin, ji Peymana Ottawayê vedikişe.’’

Wezaretê ragihand ku vekişandin wê di nava şeş mehan de pêk were.

107 parlamenterên Lîtvanyayê biryar êrê kirin û sê parlamenter jî bê biryar man. Tu parlamenteran li dijî biryara deng nedan.  

Di meha Adarê de Polonya û her sê Welatên Baltikê (Lîtvanya, Letonya û Estonya)  bi hinceta ewlehiyê biryara xwe ya têkildarî vekişandina ji Peymana Ottawayê ragihandibûn.

Wezîrên parastinê yên çar welatan di daxuyaniya hevpar de gotin: ‘’Ji bo parastina xakên welatê xwe û azadiya xwe em amade ne ku hemû tedbîrên hewce bistînin.’’

Ev çar welatên ku sînorên wan bi Rûsyayê re heye û hevalbendên Ûkraynayê ne, dibêjin ku ji erêkirina Peymana Ottawayê heya niha ewlehiya herêmên wan kêm bûye.

Piştî van çar welatan Fînlandiyayê jî biryar da ku ji peymanê vekişe. Her wiha cara ewil di 16’ê Nîsanê de Letonya ji peymanê vekişiya.

Peymana Ottawa ya 1997’an ku bikaranîn, stokkirin, hilberandin û transfera mayinên antî-personal qedexe dike, ji aliyê zêdetirî 160 welatan ve hatibû îmzekirin. Lê belê Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Çînê peyman îmze nekiribûn.

Mayinên antî-personal ên bi destan tên danîn yan jî bi roket û guleyan tên belavkirin, ji bo astengkirina têketina hin herêman tên bikaranîn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bi teqîna van mayinan zirarên mezin rû bidin. Mayinên antî-personal bi piranî piştî şeran aktîf dimînin û rê li ber vegera însanan digirin.