Di şerê Hindistan-Pakistanê de herî kêm 43 kes hatin kuştin

Rageşiya li ser xeta Keşmîrê ya navbera Hindistan û Pakistanê di navbera herdu hêzên nukleerî de veguherî rageşiyeke metirsîdar.

Hikumeta Hindistanê ragihand ku ji roja Çarşemê û vir ve Pakistan bi topan êrîşan dike û heta niha 13 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 59 kes jî birîndar bûne. Tenê li gundê Poonş ê li bakurrojavayê Keşmîrê 13 kes mirin, 44 kes jî birîndar bûn.

Rageşiyê piştî êrîşên hewayî yên Hindistanê di 22'ê Nîsanê de destpê kir ku li ser xaka Pakistanê li dijî komeke çekdar a ji 'êrîşa li Hindistanê berpirsyar' hate kirin.

Pakistanê weke bersiva li vê êrîşê ji ser sînor dest bi topbarana li hemberî Hindistanê kir. Di encama bombardûmana herdu aliyand e heta niha herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Pakistanê Shehbaz Sharif di axaftina xwe ya neteweyî de got, "Tola her dilopa xwîna şehîdan wê bê hilanîn." Wezîrê Parastinê jî anî ziman ku welatê wî di bersivdayinê de wê dereng nemîne.

Artêşa Hindistanê jî ragihand ku wan bersiveke 'bi pîvan' dan êrîşên 'bêsebep'.

Herdu welat ku ji sala 1947'an û vir ve li ser Keşmîrê li hev nakin, beriya niha jî bi hev ketibûn. Bûyerên dawî rîska şerekî nû yê li herêmê bi xwe re tîne.