CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pezeşkiyan: Wê bersiveke tund were dayîn
Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan got, “Miletê Îranê û rayedarên welêt, wê li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemînin. Wê bersiveke bi aqilane, xurt û tund bê dayîna vê rejîma dagirker.” -
Îsraîl: Qonaxa destpêkê temam bû
Îsraîlê ragihand ku qonaxa destpêkê ya êrîşa li ser Îranê temam bûye. -
NY têkildarî birçîbûn û xelaya li Sûdana Başûr hişyarî da
Sê saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku li Eyelata Nîla Jorîn a bakur-rojhilatê Sûdanê xela û birçîbûn gihiştine ber derî. -
Trump: Êrîş wê hîn bêhtir bêrehm bin
Trump têkildarî êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyaniyek nû da û got, "Di halê hazir de mirin û hilweşîneke mezin rû da, lê belê ji bo bidawîbûna vê komkujiyê hîn dem heye. Êrîşên bê yên tên plankirin wê hîn bêrehm bin." -
Di nava 25 salên dawî de 7 kerasetên hewavanî yên herî kujer
Ketina balafirê ya roja Pêncşemê li Ahmedabadê ya Hindîstanê, dikare bibe yek ji kerasetên hewayî yên herî xirab ên sedsala 21’an. -
Îsraîlê careke din êrîşî Îranê kir
Hate îdîakirin ku Îsraîlê êrîş biriye ser balafirgeha li bajarê Tebrîzê. -
Îranê daxwaz kir ku demildest Neteweyên Yekbûyî kom bibe
Nûneriya Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Îranê nameyek ji Konseya Ewlekariyê ya NY’ê re şand û xwest ku li dijî êrîşên Îsraîlê demildest kom bibe. -
Li Îranê wezîfedarkirinên nû
Piştî kuştina Huseyîn Selamî û Mûhammed Bakirî ji bo Fermandariya Artêşa Muxafizên Şoreşê Ahmed Vahîdî û ji bo Serokatiya Fermandariya Giştî ya Îranê jî Habîbûllah Seyyarî bi demkî hatin tayînkirin. -
Li Bakurê Îrlandayê tundiya nîjadperest: Kesên biyanî neçar man ku xwe veşêrin
Li bajarê Ballymena yê Bakurê Îrlandayê bûyerên tundiyê yên li hemberî koçberan, ket roja 4’an. Gelek kesên biyanî neçar man ku xwe li qatên banan û dolaban veşêrin. -
Îranê danûstandinên nukleerê rawestand
Îranê ragihand ku piştî êrîşên Îsraîlê wan danûstandinên bi DYE'yê re yên li ser mijara nukleerê rawestandine. -
Îsraîlê bi 200 balafiran li Îranê xist, êrîş dewam dikin
Artêşa Îsraîlê ragihand ku doh bi şev bi 200 balafiran li Îranê xistiye, Îranê jî diyar kir ku bi zêdeyî 100 droneyan bersiv daye. Li gorî agahiyên destpêkê Serokê Fermandariya Giştî mir, 50 kes jî birîndar bûn. -
Îsraîlê li Îranê xist: Serokê Fermandariya Giştî mir
Hat diyarkirin ku di êrîşa Îsraîlê de Serokê Fermandariya Giştî yê Îranê Muhammed Bakirî û Fermandarê Parêzvanên Şoreşê yê Îranê Huseyîn Selamî jî di nav de 5 kes mirin. -
Kesek ji balafira ku li Hindistanê ket xwarê rizgar nebû
Balafireke şîrketa Air India ji bo ku biçe Londonê bi hewa ket, lê di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku kesek jî ji qezaya balafirê bi saxî rizgar nebûye. -
DYE'yê bang li welatiyên xwe kir: Bi ti awayî neçin Iraqê
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ji bilî rewşa lezgîn a li mîsyona Iraqê ferman da ku hemû personelên hikumeta DYE'yê ji Iraqê biçin û bang li welatiyên xwe kir ku bi ti awayî neçe Iraqê. -
Li Hindistanê balafira ku 242 kes tê de bûn kete xwarê
Li bajarê Ahmedabad ê li rojavayê Hindistanê, balafireke rêwiyan di dema rabûnê de kete xwarê. Hate ragihandin ku di balafirê de 242 kes hebûn. -
Welatekî 'dost' hişyarî da Îranê: Dibe ku Îsraîl êrîş bike
Li gorî Reutersê, rayedarekî payebilind ê Îranî diyar kiriye ku 'welatekî dost ê li herêmê' hişyarî daye wan ku Îsraîl dikare êrîş bike. -
Hejmara kesên bi zorê koçber bûne bû 122 milyon kesî
Li gorî rapora salane ya UNHCR’ê, hejmara kesên ku bi zorê ji cih û warên xwe hatine kirin, her çend kêmbe jî li cîhanê daketiye 122 mîlyon kesî. -
Medyaya dîjîtal derûniya zarokan dixe xetereyê
Li gorî rapora rêxistina mafên zarokan KidsRights û Zanîngeha Erasmus a Rotterdamê ya di 2025’an de hatî weşandin, medyaya dîjîtal hatiye asta ku derûniya zarokan dixe xetereyê. -
Li Nîjeryayê di 3 êrîşan de herî kêm 20 kes mirin
Hat ragihandin ku li Eyaleta Plateau ya li navenda Nîjeryayê di destpêka vê hefteyê de di 3 êrîşên cuda de herî kêm 20 kes mirin. -
Ji sala 1946'an û vir ve ti carî ewqasî şer neqewimî bû
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Norwêcê (PRIO) raporeke nû weşand û diyar kir ku sala 2024'an li cîhanê 61 caran şer qewimî, ku ev hejmar ji sala 1946'an û vir ve hejmara herî zêde ye. -
Li Xezeyê komkujiya di rêzê de: 31 mirî, 200 birîndar
Rayedarên Parastina Sivîl a Xezeyê ragihandin ku roja Çarşemê artêşa Îsraîlê gule berda ser sivîlan ku ji bo wergirtina alîkariyê di rêzê de bûn û herî kêm 31 kes qetil kirin, 200 kes jî birîndar kirin. -
Li Efrîqaya Başûr bahoza berfê: Herî kêm 7 kes mirin, rê hatin girtin
Li rojhilatê Efrîqaya Başûr ji ber bahoza berfê herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û rêyên hatin û çûyînê jî hatin girtin. -
Li Los Angelesê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Li bajarê Los Angelesê ku duyemîn bajarê herî mezin ê DYE'yê ye, Şaredar Karen Bass ji ber çalakiyên şermezarkirinê yên zêde bûne û bûyerên vandalîzmê, li navenda bajêr bi şev derketina derve qedexe kir. -
Li Îranê di nava mehekî de herî kêm 95 kes hatin darvekirin
Kampanyaya ‘Rojên Sêşemê ji Darvekirinê re Na’ ku li dijî cezayên darvekirinê yên Îranê dewam dike, ragihand ku ji destpêka meha Hezîranê ve 95 kes hatine qetilkirin. -
Hikûmeta Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê derket
Wezîrê Karên Hundir ê Elmanyayê li dijî qedexekirina AfD’ê ku di demeke kûrt de ji aliyê îstîxbarata navxweyî ve weke ‘rastgirên tund’ hate pênasekirin derket û diyar kir ku ew ê tevî vê saziyê têkoşîna siyasî bimeşînin.