Li Bakurê Îrlandayê tundiya nîjadperest: Kesên biyanî neçar man ku xwe veşêrin

Li bajarê Ballymena yê Bakurê Îrlandayê bûyerên tundiyê yên li hemberî koçberan, ket roja 4’an. Gelek kesên biyanî neçar man ku xwe li qatên banan û dolaban veşêrin.

Polîsan bûyer weke “nîjadperest” bi nav kir û ragihand ku wê li dijî êrîşkaran tedbîrên tund bigirin.

Piştî ku du ciwan bi hewldana êrîşa zayendî ya li hemberî zarokek keç hatin sûcdarkirin, bûyer destpê kirin. Bersûcan li dadgehê bi Romenî bi rêya tercuman îfade dan, li ser medyaya dîjîtal nerazîbûnên li dijî biyaniyan zêde bûn. Polîsan diyar kir ku bersûceke sêyemîn jî hatiye tespîtkirin, lê belê ji dervey Bakurê Îrlandayê ye.

MAL HATIN ŞEWITANDIN

Li taxên ku koçber lê zêde ne, mal û dikan hatin şewitandin. Polîsan ragihand ku hin koçber ji bo jiyana xwe rizgar bikin, neçar man ku xwe veşêrin. Ji dervey Ballymena, li Larne’yê navendeke sporê hate şewitandin, malbatên ku li vir bi demkî hatin bicihkirin, bêyî birîndarî rizgar bûn.

NERAZÎBÛNÊN TUND

Berdevkê Serokwezîrê Îngilistanê Keîr Starmer bûyer weke “skandal” bi nav kir. Ji Wezareta Bakurê Îrlandayê Hilary Benn jî serdana herêmê kir û ragihand ku ji tiştên qewimîne, “şok” bûye. Rayedarên polîsan bang kirin ku cezayê hepsê yê demdirêj li kesên tevlî bûyeran bûne, were birîn.

PÊLA TUNDIYÊ

Bûyerên tundiyê tenê bi Ballymena re sînordar nema. Mîna Carrickfergus, Newtownabbey, Coleraine û Belfast li gelek bajaran tansiyon bilind bû. Ji ber bûyerên li Coleraine, seferên tren û otobusê hatin sekinandin.

‘EWANE NE SÛCDAR IN’

Şefê polîsan Jon Boutcher destnîşan kir ku koçber ji bo civakê kesên girîng in û got, “Ewane ne sûcdar in, mirovên ku tevkarî dikin in. Divê ev tundî demildest bi dawî bibe.”

Rêveberên malên civakî ragihandin ku li Portadown’ê çalakiyeke protestoyî ya li dijî koçberan tê payîn, bang li kesên biyanî yên li herêmê kirin ku bi demkî herêmê biterikînin.