NY têkildarî birçîbûn û xelaya li Sûdana Başûr hişyarî da

Sê saziyên girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihandin ku li Eyelata Nîla Jorîn a bakur-rojhilatê Sûdanê xela û birçîbûn gihiştine ber derî.

Sê saziyên Neteweyên Yekbûyî Bernameya Xwarinê ya Cîhanê (WFP), Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Rêxistina Xurek û Çandiniyê (FAO) hişyarî dan ku li Eyelata Nîla Jorîn a li bakurê rojhilatê Sûdana Başûr birçîbûn li ber derî ye. Şerê berdewam ê li herêmê xelk bi astên "lezgîn" ên birçîbûnê re rû bi rû hiştiye.

Di daxuyaniya hevpar de hate gotin ku li 11 ji 13 navçeyan krîzên xwarinê yên giran hene. Nêzîkî 32,000 kes di astên "kerasetê" yên birçîbûnê de ne. Li seranserê welêt, 6.5 mîlyon kes (%57ê nifûsê) bêewlehiya xwarinê ya giran dijîn.

Ji ber şerê çekdarî xanî wêran bûne û debara jiyanê zehmet bûye. Bihayên xwarinê yên zêde û zehmetiyên di gihandina alîkariyan de krîzê kûrtir dikin.

Nûnera WFP’ê ya Sûdana Başûr Mary-Ellen McGroarty destnîşan kir ku krîza xwarinê bêyî aştiyê çareser nabe û got ku pêşîniya tîmên mirovî ji bo gihîştina herêmê ew e ku alîkariyê peyda bikin.

NY bang li civaka navneteweyî kir ku alîkariya mirovî zêde bike û gihîştina bêasteng a herêmên pevçûnê misoger bike.