CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Elmanya 31 helîkopter dikire
Elmanya ji bo firkateynê hêzên behrê bi rêk bixe wê 31 helîkopterên pir bi kêr a bi bihayê 2,7 milyar Euro bikire. -
Efsaneyê futbolê Maradona mir
Efsaneyê futbolê Dîego Maradona di temenê xwe yê 60 salî de ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Li Efganistanê teqîn: Herî kêm 14 kes mirin
Li parêzgeha Bamyan a navenda Efganistanê du teqîn çêbûn, herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dane. -
Leşkerên Elman keştiya Tirk sekinand
Leşkerên Elman keştiyeke bar a Tirk sekinand. -
Mirovan lûtkeya çiyayê Everestê jî gemarî kirin
Li gorî lêkolînên li Çiyayê Everestê ku weke 'banê' cîhanê tê binavkirin, mîna li derya û qadên bejahî yên mirov lê ne, li vî cihê bêhempa yê xwezayî jî qirêjiya plastîk zêde bûye. -
Bi roketan êrîş birin ser Kabîlê
Êrîşek tê texmînkirin ku bi roketan li ser paytexta Efganistan Kabîlê pêk hat. Êrîş li herêma şirketên navneteweyî û sefaretxane lê ne pêk hat. -
NY’yê li dijî darvekirinên komî hişyarî da Iraqê
Li Iraqê hema bêje di nava mehê de bi dehan kes tên darvekirin, saziyên navneteweyî daxwaz kir ku darvekirinên kesên bi taybet bi êşkenceyê gumana sûcên terorîzmê li xwe mikur tên bide rawestandin. -
NY: Li Yemenê nekevin tevgerê wê bi milyonan kes bimirin
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres di serî de daxwaz ji DYE welatên YE’yê kir ku ji bo krîzên li Yemenê bi lezgîn bikevin tevgerê. -
Neteweyên Yekbûyî: Hêzên derve ji Lîbyayê venekişiyane
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li gel peymana agirbestê jî li Lîbyayê aliyên şerê navxweyî hîn jî hêzên xwe yên eşkerî venekişandine, her wiha hêzên biyanî jî hîn li welêt in. -
Fransayê ji bo Qerebaxa Jor çavdêriya navnetewî xwest
Serokkomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jor ku dewleta Tirk û Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin. -
CPT ji ber penaberan nerazîbûn nîşanî Yewnanistanê da
Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nerazîbûn nîşanî Yewnanistanê da ku di nava şert û mercên 'nemirovî' de koçberan digire û jê xwest, ku polîtîkaya xwe ya pêşwazîkirina koçberan ji nû ve binirxîne. -
YE: Bila hêzên biyanî ji Qerebaxa Jor vekişin
Yekîtiya Ewropa agirbesta li Qerebaxa Jor hatî kirin silav kir, diyar kir ku hêzên biyanî jî tevlî bûne û xwest ku tavilê vekişin. -
Şewba Ebola dawiya dawî li Kongoyê qediya
Hate ragihandin ku şewba Ebolayê ya ku bandoreke gelekî giran li Kongoyê dikir, hatiye kontrolkirin. -
Ji sedî 1 ê nifûsê ji qirêjiya balafiran berpirs in
Li gorî lêkolîneke derheqê trafîka rêyahewayî ku germahiya global zêde dike, ji nifûsa cîhanê tenê ji 100'î 1 nîvê wê karbondîoksîtê berpirs e, ya ku ji balafiran diçe. -
Rîska şerê etnîkî li Sûdan a Başûr mezin dibe
Li Sûdan a Başûr ku sala 2011'an demeke kurt piştî serxwebûnê kete nava şerê navxweyî, tevî agirbestê jî şerê navbera komên cuda dewam dike. Tê gotin ku tenê mehên dawî bi hezaran mirov mirine. -
Siûdî ji agirbesta bi Hûsiyan re amade ye
Rêveberiya Siûdî hazir e ku bi şerê bi milîsên Hûsiyên Şiî re, yên bi destak Îranê, bi şert biqedîne. -
DYE hejmara leşkerên xwe yên li Iraq û Efganistanê kêm dike
DYE wê hejmara leşkerên xwe yên li Iraq û Efganistanê meha Çileyê kêm bike. Li her du welatan jî hejmara leşkeran wê dakeve 2 hezar û 500 leşkerî. -
RTC'ê hişyarî da: Diyabet metirsiyeke mezin e
Di demekê de ku bala cîhanê bi temamî li ser Covîd-19 ye, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (RTC) bi daxuyaniyekê bal kişand ser metirsiya diyabetê ya li ser jiyana bi dehan milyon mirovên li Efrîkayê. -
Li Perûyê di hefteyekê de sê Serokkomar hatin hilbijartin
Piştî ku wekîlê Serokkomar Manûel Merîno di encama çalakiyên protestoyî de îstifa kir, Parlamenta Perûyê Francîsco Sagastî yê rastgirê navendî kir Serokkomarê nû. -
Pompeo û Macron li ser êrişkariya Tirkiyeyê axivîn
Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku ew bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re li ser çalakiyên 'gelekî agresîf' ên Tirkiyeyê axiviye. -
Wezîrê Karê Derve yê Ermenistanê îstifa kir
Li Ermenistan a piştî agirbesta bi Azerbeycanê û şûnde krîzên siyasî lê rû dan, Wezîrê Karê Derve Zohrab Mnatsakanyan îstifa kir. -
Li Iraqê 21 kes hatin bidarvekirin
Iraq a yek ji welatên herî zêde cezayê bidarvekirinê lê tê dayîn 21 kesên bi sûcê ‘terorîzmê’ hatin mehkûmkirin, hatin bidarvekirin. -
Li Asya û Pasîfîkê peymana mezin a bazirganiyê
Çîn qada xwe ya serweriyê mezin dike. 15 welatên li Asya û Pasîfîkê, bi pêşengiya Çînê mohra xwe danîn binê peymaneke berfireh a bazirganiyê. -
Serokkomarê Perûyê Merîno ji ber xwepêşandanan îstifa kir
Li Perûyê, Manûel Merîno yê rastgir beriya çend rojan weke wekîlê Serokkomar hate destnîşankirin. Ev yek bû sedema rûdana xwepêşandanên şermezarkirinê û di encamê de Merîno îstifa kir. -
Bahoza Vamcoyê li Vîetnamê da
Bahoza Vamco ya tropîkal piştî ku li Fîlîpînê bû sedema mirina 67 kesan li Vîetnamê da û herî kêm 5 kes mirin.