Pompeo û Macron li ser êrişkariya Tirkiyeyê axivîn

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku ew bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re li ser çalakiyên 'gelekî agresîf' ên Tirkiyeyê axiviye.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo beriya serdana Tirkiyeyê bi Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron re rûnişt.

Li gorî Qesra Elysse 'serdaneke rêzgiriyê' pêk hat, ji lewre Fransayê Joe Bîden weke serokê nû yê DYE'yê pîroz kir. Donald Trûmp ê ku Pompeo piştgiriya wî dike hîn jî qebûl nekiriye ku têk çûye.

Pompeo roja Duşemê serdana Fransayê kir û piştre derbasî Stenbolê bû. Pompeo ji rojnameya Le Fîgaro ya Fransayê re axivî û got, "Serok Macron û min, ji bo nîqaşkirina çalakiyên dema dawî yên Tirkiyeyê gelekî hewl dan û me qebûl kir ku gelekî agresîf e."

Pompeo bal kişand ser 'piştgiriya' Tirkiyeyê ya ji bo Azerbaycanê û 'Bicihkirina hêzên Sûriyeyî li herêmê' û got, "Me qala çalakiya wê ya li Lîbyayê kir ku hêzên ji welatên sêyemîn bi cih kiriye û çalakiyên li Rojhilatê Derya Spî kir. Vê lîsteyê dikarim dewam bikim."

Pompeo bi dewamî got, "Helwesta Emerîkayê welê ye ku navneteweyîbûna vî şerî zerarê dide her welatên pêwendîdar. Ji ber vê yekê me bang li welatan hemûyan, çi Rûs çi Tirk çi jî yên din be, kirin ku dest ji destwerdana li Lîbyayê berdin."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê got, "Heman tişt ji bo Azerbaycanê"jî derbas dibe û anî ziman ku ew bi fikar in ji ber ku kapasîteya leşkerî ya Tirk bi zêdehî tê bikaranîn.

Pompeo got, "Ewropa û DYE, ji bo Erdogan îqna bikin ku ev çalakiyên wî bi kêrî gelê wî nayê, divê bi hev re bixebitin."

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê piştî Tirkiyeyê wê serdana Gurcistan, Îsraîl, Erebistana Siûdî, Îmarat û Qatarê bike. Di rojeva fermî ya serdana Tirkiyeyê de hevdîtinek bi rayedarên Tirk re nîne.