Li Asya û Pasîfîkê peymana mezin a bazirganiyê

Çîn qada xwe ya serweriyê mezin dike. 15 welatên li Asya û Pasîfîkê, bi pêşengiya Çînê mohra xwe danîn binê peymaneke berfireh a bazirganiyê.

Rûniştina dawî ya civîna bilind a Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûrrojhilat (ASEAN) ku li ser înternetê hate lidarxistin, roja Yekşemê pêk hat. Di roja dawî de 15 welatan mohra xwe danîn binê peymaneke bazirganiyê ya berfireh. Civîna bilind roja Pêncşemê dest pê kiribû.

Peymana bazirganiya serbest a navbera van welatên navborî ku ji sedî 30 ê hatineya milî ya global temsîl dikin, gelekî girîng tê dîtin.

Peyman bi navê Hevkariya Aboriya Global a Herêmî tê pênasekirin. 10 welatên endamên ASEAN'ê Endonezya, Tayland, Sîngapûr, Malezya, Fîlîpîn, Vîetnam, Myanmar, Kamboçya, Laos û Brûneî, dixwazin li gel Çîn, Japonya, Koreya Başûr, Awûstralya û Zelanda Nû de qadeke mezin a bazirganiya serbest ava bikin.

Ji ber nifûsa van welatan, ev peyman zêdeyî 2 milyar mirovî eleqedar dike.

Li gorî pisporan peyman anavborî ji bo lîberalkirina razemenî û bazirganiya herêmê qonaxeke mezin e.

Peyman di demekê de hate îmzekirin ku ji ber şewba Covîd-19 welatên li herêmê di nava krîzeke giran a aboriyê de ne. Welatên ku mohra xwe danîne binê peymanê hêvî dikin ku bi rêya vê peymanê berhemên xwe hîn bi erzanî bifiroşin ji şîrketan re bibin alîkar.

Nêrîna li ser peymaneke bi vî rengî sala 2012'an eşkere bûbû. Peyman weke bersivek rêveberiya Çînê ya li DYE'yê ye ku xwe ji hewldanekê vekişandibû. Çîn li dora plana Rêyên Nû yên Îpekê daxwazên xwe yên jeopolîtîk ên herêmî xurtir dike.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp di Çileya 2017'an de DYE ji Peymana Bazirganiya Serbest a Transpasîfîk vekişandibû. Ev peyman ji aliyê serokê berê yê demokratan Barack Obama ve dihate teşwîqkirin. Tê texmînkirin ku serokê nû yê DYE'yê Joe Bîden hîn bêhtir tevlî herêmê bibe.