Şewba Ebola dawiya dawî li Kongoyê qediya

Hate ragihandin ku şewba Ebolayê ya ku bandoreke gelekî giran li Kongoyê dikir, hatiye kontrolkirin.

Wezîrê Tenduristiyê ya Komara Kongo ya Demokratîk Etenî Longondo daxuyaniyek da û diyar kir ku 42 roj in nexweşên bi şewbê nehatine tespîtkirin û ragihand ku şewb bi dawî bûye.

Şewba Ebola ku ji her du, sê nexweşan yekî jiyana xwe ji dest dida, destpêkê sala 1976'an li Komara Kongo ya Demokratîk rû da ku hingî navê wê Zaîre bû.

Ji ber şewba Ebolayê heta niha bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane. Di navbera salên 2013 û 2015'an de di serî de li Lîberya, Sîerra Leone û Gîneyê zêdeyî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber şewbê herî dawî di navbera salên 2019 û 2020'an de li Kongoyê zêdeyî 2 hezar û 200 kesî jiyana xwe ji dest dabûn. Di pêla dawî ya şewbê de derziya li dijî şewbê li zêdeyî 48 hezar kesî hatibû xistin.