NY: Li Yemenê nekevin tevgerê wê bi milyonan kes bimirin

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres di serî de daxwaz ji DYE welatên YE’yê kir ku ji bo krîzên li Yemenê bi lezgîn bikevin tevgerê.

Piştî bi dehan bangên ji bo Yeman a piştî şerê navxweyî krîzên mirovî lê serî hildaye ji ber şerê navxweyî, bangeh din Neteweyên Yekbûyî kir.

Li welatê ku nifûsa wê 30 milyon e, ji siyan duyê wê pêwîstî bi alîkariya mirovî heye, bi lezgîn alîkarî jêre neyê kirin, xeteriyek mezin li ber derî ye.

‘DIBE BI MILYONAN KES BIMIRIN’

Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Gûterres ê li ser mijarê bangek kir got: “Bi lezgîn tevgerek neyê kirin, dibe bi milyona kes jiyana xwe ji dest bidin.” bal kişand ser asta krîza heyî. Gûterres daxwaz kir ku her welat li gorî derfetên xwe ji bo alîkariya mirovî bike, divê destek bike.

DAXWAZA KU DYE BI BERPIRSYAR BIKEVE TEVGERÊ KIRIN

Gûterres ji bo gihandina alîkariyê jî îşaret bi girîngiya biryarên ku Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYE) bigire kir. Berovajî vê yekê Hûsiyên Şiî yên aliyek şerê navxweyî ne, diyar kirin ku DYE wan bixe nava ‘lîsteya rêxistinên terorî’ wê rê nedin ku alîkariyên mirovî bigihêjin. Gûterres hişyarî kir ku biryareke wiha ya DYE’yê wê krîza mirovî hê mezintir bike.

Di şerê navxweyî yê li Yemenê de ku ji sala 2015’an ve destpê kir, bi deh hezaran kes mirin. Di lêkolîneke WFP’ê ya berî niha hate parvekirin de li welatê aboriya wê hilweşiyayî û 30 milyon nifûs e, bal kişandibû ku bi kêmanî 17 milyon mirov di bin xeteriya birsîbûneke giran de ye.