Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Bahoza Vamcoyê li Vîetnamê da

Bahoza Vamco ya tropîkal piştî ku li Fîlîpînê bû sedema mirina 67 kesan li Vîetnamê da û herî kêm 5 kes mirin.

Leza bahozê carinan dibû 90 kîlometre û roja Yekşemê di destê sibehê de li Vîetnamê da. Bahozê dar ji kokê rakir. Beriya Vamcoyê li Vîetnamê bahozeke din çêbûbû, di vê bahozê de jî herî kêm 159 kes miribûn û 70 kes jî winda bûbûn.

Vamco li Vîetnamê bû sedema mirina 5 kesan û 650 hezar kesên li ber peravan dijiyan jî berê xwe dan cihên bilind.

Li gorî Xaça Sor û Heyva Sor, ji ber bahozên dawîn ên li Vîetnamê herî kêm 400 hezar mal hilweşiyan, gelek rê û pir jî hilweşiyan.

Hate diyarkirin ku bahoza Vamcoyê li Fîlîpînê bandor li 1,7 milyon kesan kir.