YE: Bila hêzên biyanî ji Qerebaxa Jor vekişin

Yekîtiya Ewropa agirbesta li Qerebaxa Jor hatî kirin silav kir, diyar kir ku hêzên biyanî jî tevlî bûne û xwest ku tavilê vekişin.

Wezîrên Karên Derve yên endamên YE’yê bi rêya konferansa dîmen encam û agirbesta bi pêşengiya Rûsya di navbera Azerbaycan û Ermenistanê de li ser Qerebaxa Jor mûzakere kirîn, hate nîqaşkirin.
Nûnerê Polîtîkaya Derve ya Yekitiya Ewrûpa Josep Borrell di daxuyaniya li ser navê welatên endam de got, “YE bang dike ku aktorên hemû herêman xwe bi her şêweyî ji gotin û çalakiyên agirberstê bixe metirsiyê dûr bike û heman demê bang dike ku hemû çekdarên biyanî bi lezgîni ji tevahiya herêmê vekişin.”
Ji yek kesên ku tevlî civînê bûyî ji AFP’ê re axivî û got, “Ev ji bo Ermenistanê drameke.” Heman dîplomatî diyar kir ku “diyar dibe ku” dewleta Tirk, di aliyê leşkerî de pişgirî bi Azerbaycanê re kiriye û di vegûhestina çeteyan de rol leyîstiye.
Çavkaniya ku navê xwe diyar nekirî destnîşan kir ku wê rola Tirkiyeya endamê NATO’yê, rojên 1 û 2’ê Kanûnê di cîvîna Wezîrên Karên Derve ya welatên endamên NATO’yê de bigrin dest.
Heman demê Yekitiya Ewrûpa bertek nîşanî “Bombeyên bibêhn û bombeyên şewatker” ên di şerê li Qerebaxa Jorîn de hatî bikaranîn da û xwest lêpirsîn “ji bo hemû sûcên şer ên hatîn pêkanîn” bê kirin.