Serokkomarê Perûyê Merîno ji ber xwepêşandanan îstifa kir

Li Perûyê, Manûel Merîno yê rastgir beriya çend rojan weke wekîlê Serokkomar hate destnîşankirin. Ev yek bû sedema rûdana xwepêşandanên şermezarkirinê û di encamê de Merîno îstifa kir.

Wekîlê Serokkomar Manûel Merîno roja Yekşemê daxuyaniyek da û got, "Ez dixwazim ji tevahiya welêt re ragihînim ku min îstifa kiriye."

Îstifaya Merîno li kolanên paytextê bi xwepêşandanên kêfxweşiyê hate pêşwazîkirin.

Divê parlament di nava endamên xwe de Serokkomarekî nû diyar bike.

Di nava hefteyekê de du serokkomar guherîn. Serokkomar Martîn Vîzcarra beriya niha ji aliyê parlamentê ve ji wezîfeyê hatibû girtin û li şûna wî Manûel Merîno hatibû bicihkirin. Ev yek balê dikişîne ser rewşa hesas û şikestî ya sazîbûna welêt.

Tê payin ku serokkomarê nû ji nava partiya Morado bê hilbijartin ku yekane partî ye li ber dûrxistina Vîzcarra ya ji wezîfeyê radibû.

Li paytext Lîmayê di xwepêşandanên dawî yên protestoyî de bi destwerdana polîsan herî kêm 3 çalakgeran jiyana xwe ji dest dabûn.

Çalakgerên ku piraniya wan ciwan bûn, Serokkomariya Merîno weke darbeya parlamenter bi nav dikirin û daxwaza îstifaya wê dikirin.

Martîn Vîzcarra ku li welêt piştgiriyeke xurt werdigirt ji aliyê Parlamentê ve bi sûcdariya karên ne li rê ji wezîfeyê hatibû girtin.