Siûdî ji agirbesta bi Hûsiyan re amade ye

Rêveberiya Siûdî hazir e ku bi şerê bi milîsên Hûsiyên Şiî re, yên bi destak Îranê, bi şert biqedîne.

Rêveberiya Siûdî desteka da pêşniyaza agirbestê ya Neteweyên Yekbûyî ku bi şertekî dawî li şerê dijî Hûsiyan bîne.

Li gorî nûçeya Reutersê rêveberiya Riyadê di ber avakirina herêm tampon de ya li ber sînor, wê pêşniyaza agirbestê ya NE'yê qebûl bike. Li gorî vê, Rêveberiya Riyadê dixwaze ku ev herêma tampon heta ku li Yemenê hikûmetek ava bibe, derbasdar bibe.

2014'an raperîna li Yemenê ya bi pêşengiya Hûsiyan, Adara 2015'an piştî ku paytext Sana hatibû bidestxistin veguherîbû destwerdane herêmî. Piştî ku hêzên bi ser  Serokkomar Masûr Hadî paytext ji dest da, Misir û welatên din ên Ereb ên li herêmê ji bo destekê bidin hêzên Hadî ketibûn şer.