Wezîrê Karê Derve yê Ermenistanê îstifa kir

Li Ermenistan a piştî agirbesta bi Azerbeycanê û şûnde krîzên siyasî lê rû dan, Wezîrê Karê Derve Zohrab Mnatsakanyan îstifa kir.

Ji gorî daxuyaniya ji aliyê berdevkê Wezareta Karê Derve ve hate kirin, Zohrab Mnatsakanyan îstifa kir. Mnatsakanyan Gulana 2018’an ji bo Wezareta Karê Derve hatibû erkdarkirin.

Piştî şerê bi 6 mehan a li Qerebaxa Jorî pêk hat û şûnde argirbesta ku bi Azerbeycanê re pêk hat, bû sedema krîzên siyasî. Serokwezîr Nîkol Paşînyan rû bi rûyê tevgerekî gel hatiye.

Yekşemê bi sedan kes li navenda paytext Êrîvanê kom bûn û çalakiyeke ya protestoyî lidar xistin.

Di agirbesta 10’ê Mijdarê hate kirin de, Azerbeycan wê li cihên dagirkirî bimîne û Ermenistan jî wê ji hinek herêman vekişin.

Azerbeycan a desteka dewleta Tirk digire, ji bo derketina Ermeniyên li bajarê Kalbajar a dikeve derdorî herêma Qerebaxa Jorîn derkevin 10 roj din dem da. Di çarçoveya agirbesta bi mudaxeleya Rûsya pêk hat de, ji bo herêmên mijara gotinê hêzên Ermenî derbikevin heta 25’ê Mijdarê dem hatiye dayîn.