Ji sedî 1 ê nifûsê ji qirêjiya balafiran berpirs in

Li gorî lêkolîneke derheqê trafîka rêyahewayî ku germahiya global zêde dike, ji nifûsa cîhanê tenê ji 100'î 1 nîvê wê karbondîoksîtê berpirs e, ya ku ji balafiran diçe.

Li gorî encamên lêkolînê ya di kovara Global Envîronmental Change ku di rojnameya The Guardîanê de weşiyayî trafîka rêya hewatî ku ji piraniya karbondîoksîtan ku dibe sedema germbûna global berpirs e, ji hêla nifûseke kêm a cîhanê ve tê bikaranîn.

Di lêkolînê de 2018'an ji nifûsa cîhanê tenê ji sedî 11 li balafiran siwar dibe, ji sedî 4 yê nifûsê jî li derveyî welat bi balafiran seyehatê dike.

Xaleke dî ya balkêş a lêkolînê ew e ku sedema qirêjiya atmosferê ku balafir dibine sedem, beşekî kêm ê balafiran e. Li gorî vê nîvî zêdetir ên emisyonên xazê yên ji ber balafiran tenê ji hêla ji sedî 1 ê nifûsa cîhanê ve tê bikaranîn.

Mînaka vê ya herî xirab ji welatiyên DYE'yê pêk tê, li gorî vê, welatiyên DYE'yê bi tena serê xwe welatiyên Brîtanya, Japonya, Elmanya û Avûstûrya jî di nav de bi qasî welatiyên 10 welatan seyahatê dikin û dibine sedema qirêjiya atmosferê.