CPT ji ber penaberan nerazîbûn nîşanî Yewnanistanê da

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) nerazîbûn nîşanî Yewnanistanê da ku di nava şert û mercên 'nemirovî' de koçberan digire û jê xwest, ku polîtîkaya xwe ya pêşwazîkirina koçberan ji nû ve binirxîne.

Di rapora CPT de hate gotin, "Faktorên ku dibe sedem ku ev mirov bi berdêla jiyana xwe welêt diterikînin nayên nirxandin û bawerî bi wê yekê dikin ku bi şert û mercên zehmet wê pêşî li hatina koçberan a ber bi Yewnanistanê bê girtin."

CPT diyar kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê 'nêzîkatiyeke Ewropayî ya bi koordîneyî' pêwîste û wiha dewam kir, "Dewleta Yewnan ji pêwîstî û neçariyên li ser mafên mirovan ne cuda û serbest e."

Di rapora çavdêrên CPT de ku meha Adarê serdana herêmê kir, bi taybetî bal hate kişandin ser kiryarên li herêma Evos (Merîç) û girava Samosê (Sîsam) ku bi Tirkiyeyê re sînor e.

Di raporê de hate gotin, "CPT fêhm nake ku meqamên Yewnan di nava şert û mercên bi vî rengî yê travmatîk de zarokan an jî pitikan mehekê yan jî demeke jê zêdetir çawa dikare destgîrkirî bihêlin."

Heyeta CPT diyar kir ku li bendergeha Samosê li du hucreyên ji 45 û 32 metreçargoşeyî 43 û 50 kes bêyî amûrên germkirinê, elektrîk û cihê razanê tên hiştin.

CPT ragihand ku derfetên paqijiyê nebaş in, derfetê koçberan nîne ku bi derve re têkiliyê deynin û diyar kir ku li navendeke din jî nexweşiya gewrikê hatiye tespîtkirin.

Çavdêrên Spî destnîşan kirin ku ev şert û merc bi rengekî eşkere, li derveyî mirovahiyê ye û hewldanek ji bo biçûkxistinê ye. Çavdêran bang li hikumeta Yewnan kirin ku tedbîran bigire.