DYE hejmara leşkerên xwe yên li Iraq û Efganistanê kêm dike

DYE wê hejmara leşkerên xwe yên li Iraq û Efganistanê meha Çileyê kêm bike. Li her du welatan jî hejmara leşkeran wê dakeve 2 hezar û 500 leşkerî.

Donald Trûmp di hilbijartinên serokatiyê yên 3'ê Mijdarê de têk çûbe jî heta 20'ê Çileya 2021'ê wê welêt bi rê ve bibe.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, di çarçoveya biryara Trûmp a beriya niha de hejmara leşkerên Emerîkî yên li Efganistanê wê Çileya 2021'ê dakeve 2 hezar û 500 leşkerî.

Ev hejmar di şer û dagirkeriya 20 salan de hejmara herî kêm a leşkerên Emerîkî yên li Efganistanê ye.

Wekîlê Wezîrê Parastinê Chrîstopher Mîller diyar kir ku heta 15'ê Çileyê wê derdora 2 hezar leşker ji Efganistanê bên vekişandin.

Hate ragihandin ku derdora 500 leşker jî wê ji Iraqê bên vekişandin û hejmara leşkerên li vî welatî jî wê 2 hezar û 500 leşker be.

Beriya vê daxuyaniya Pentagonê gelek rayedarên Emerîkî û biyanî hişyarî dabûn ku vekişîna bi lez a ji Iraqê û Efganistanê wê çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê teşwîq bike.

Şefê koma Komargeran a Senatoyê Mîtch McConnel nerazîbûn nîşan dabû ku DYE bi vekişîna bi lez tifaqên xwe terikandiye.

Her wiha NATO'yê jî ragihand ku Efganistan "Ji bo terorîstên navneteweyî dikare ji nû ve bibe baregehek."