Elmanya 31 helîkopter dikire

Elmanya ji bo firkateynê hêzên behrê bi rêk bixe wê 31 helîkopterên pir bi kêr a bi bihayê 2,7 milyar Euro bikire.

Helîkopterên bi tîpa NH90 a bi navê “Sea Tiger”, tê hêvîkirin ji sala 2025’an û pêve bikeve servîsê û bikeve li cihê helîkopterên bi tîpa Lynx a ji sala 1981’an di servîsê de bû.

Di derbarê xwestina helîkopteran a Elmanyayê de, ji aliyê Aîrbûs ve daxûyanî hate xwendin.

Koma keştiya Elman berê jî 18 helîkopterên NH90 xwesti bû, ji vana 7 hatibû radestkirin. Tê hêvîkirin ku Hêzên Bejayî bibin xwedî 82 helîkopter.

Aîrbûs diyar kir ku ev ji aliyê çengên cuda yên artêşê ve tê bikaranîn, ji bo personelan “ji aliyê locîstîk û perwerdeyê ve sinerjiyek girîng pêktîne.”

NH90’ên ku tevlî firkateyna hatîn kirin, di şopa bine behran de, di şerê hewayî û ji bo vegûhestin û operasyonên rizgarkirinê yên di nava behrê de bên bikaranîn.