Fransayê ji bo Qerebaxa Jor çavdêriya navnetewî xwest

Serokkomariya Fransayê xwest ku agirbesta li Qerebaxa Jor ku dewleta Tirk û Azerbaycanê bi çeteyan dagir kiriye ji hêla civaka navnetewî ve were çavdêrîkirin.

Di daxuyaniyê de ya ji hêla Qesra Elyesêe ve hatî dayin derheheqê hevdîtinên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron yên bi lîderên Azerbayan û Ermenîstanê re kirî agahî hate dayin. Di daxuyaniyê de hate gotin Macron xwestiye ku destpêkirina muzakereyên bi niyeta baş û ji bo parastina gelê Qerebaxa Jor agirbest weke fersendê were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de hate xwestin li deverên dagirkirî bi deh hezaran mirovên ku ji şûnwarên wan hatine kirin bikaribin vegerin ser malên xwe, Rûsya jî hin xalên li ser çavdêriyê zelal bike.

Di daxuyaniyê de hate gotin Koma Mînskê ku Rûsya, DYE û Fransa navbeynkar e dema piştî agirbestê kontrol bike bi 'rola xwe rabe'. Her wiha hate gotin ji bo vegera kesên ji şûnwarên wan hatine kirin û gihandina alîkariya mirovî û vegera leşkerên kirêkirî ku Tirkiyê ji Sûriyê anîne çavdêriya navnetewî hebe.

Tê zanîn Fransa ji ber ku Tirkiye bi Rûsyayê re li ser mijara Qerebaxê li pêş e, aciz e.