Rîska şerê etnîkî li Sûdan a Başûr mezin dibe

Li Sûdan a Başûr ku sala 2011'an demeke kurt piştî serxwebûnê kete nava şerê navxweyî, tevî agirbestê jî şerê navbera komên cuda dewam dike. Tê gotin ku tenê mehên dawî bi hezaran mirov mirine.

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, tenê li eyaleta Warrap a Sûdan a Başûr di nava 6 mehên dawî de herî kêm hezar kesî di şer de jiyana xwe ji dest dan.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûdanê Davîd Shearer diyar kir ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane di encama êrişên ji bo 'tolhildanê' de hatine kuştin.

Shearer anî ziman, ji ber rakişîna navbera komên cuda yan jî talanê, êriş zêde bûne.

Shearer ragihand, li eyaleta Jongleiyê heta niha herî kêm 400 kes hatin revandin.

Shearer diyar kir ku li eyaleta Jongleiyê rîska şerekî navxweyî gelekî zêde ye, ji bo pêşî li şerê navbera komên etnîkî yên cuda de divê atmosfereke diyalogê bê afirandin.

Sûdan a Başûr ku nifûsa xwe zêdeyî 12 milyon mirov e di sala 2011'an de ser bi xwe bûbû.

Lê belê di sala 2013'an de nakokiyên navbera Serokdewlet û Alîkarê Serokdewlet ên ji komên cuda yên etnîkî ne, veguherîbû şer.

Tê texmînkirin ku herî kêm 380 hezar kes ji ber vî şerê navxweyî mirine.