Mirovan lûtkeya çiyayê Everestê jî gemarî kirin

Li gorî lêkolînên li Çiyayê Everestê ku weke 'banê' cîhanê tê binavkirin, mîna li derya û qadên bejahî yên mirov lê ne, li vî cihê bêhempa yê xwezayî jî qirêjiya plastîk zêde bûye.

Di lêkolînê de ku li kovara zanistiya hawirdorê ya bi navê One Earth hate weşandin, li çiyayê ku bilindahiya xwe 8 hezar û 848 metre ye, kêm maye ku sergo çêbibe. Li bilindahiya 5 hezar û 364 metreyî ya çiyê li qada kampê sergo tê dîtin. Her wiha li 8 hezar û 840 metreyî jî çop tê dîtin.

Ji pisporên Zanîngeha Plymouthê yê beşdarî lêkolînê bû Îmogen Napper, parçeyên plastîk êdî li Çiyayê Everestê gelekî tên dîtin.

DI HEMÛ MÎNAKÊN BERFÊ DE YÊN HATIN ANALÎZKIRIN, PARÇEYÊN PLASTÎK HATIN DÎTIN

Nuqteyeke din a ku di lêkolînê de balê dikişîne ew e ku plastîkên mîkro û parçeyên biçûk ên plastîkan di her mînakên ji çiyê hatin wergirtin de hatin dîtin. Îmogen Napper got, "Di nava her mînaka berfê de ku me ji bo analîzkirinê li çiyê anîn, mîkro plastîk hate dîtin." Îmogen Napper destnîşan kir ku êdî îmaja "dest lê nebûye" ya Çiyayê Everestê ji holê rabûye.

BI RÊYA BERF, BARAN Û BA DIGIHÊJE ÇIYAYÊN BILIND

Li gorî lêkolîneke ku par li kovara Nature Geoscience hate weşandin, mîkro plastîk bi rêya ba, berf û baranê gihîştine heta ser çiyayên Pîrene yên navbera Fransa û Spanyayê. Di vê lêkolînê de hatibû ragihandin ku rojane 365 parçeyên plastîk dikeve qada berfê ya ji metreçargoşeyekê ya çiyayên Pîrene.

HER SAL BI MILYONAN TON PLASTÎK LI NAVA XWEZAYÊ TÊN BELAVKIRIN

Her wiha di raporeke Weqfa Parastina Xwezayê ya Cîhanê de ya sala 2019'an bi Zanîngeha Newcastle hate kirin, çopa plastîk bi rêya hewayê dikeve cîgera mirovan. Li gorî vê yekê her mirovek hefteyê bi 5 gramî çopa plastîk dadiqurtîne.

Li gorî lêkolîneke cuda ya ji aliyê Yekîtiya Parastina Xwezayê ya Navneteweyî ve hate kirin, her sal bi 9.5 milyon tonî plastîk li nava deryayê tên belavkirin.