Li Perûyê di hefteyekê de sê Serokkomar hatin hilbijartin

Piştî ku wekîlê Serokkomar Manûel Merîno di encama çalakiyên protestoyî de îstifa kir, Parlamenta Perûyê Francîsco Sagastî yê rastgirê navendî kir Serokkomarê nû.

Francîsco Sagastî li Perûyê bû Serokkomarê sêyemîn ku di nava hefteyekê de hate hilbijartin.

Li pêşiya Sagastî ku weke wekîl hate hilbijartin, wezîfeya giran a bidawîkirina krîza siyasî heye.

Endezyarê 76 salî Sagastî beriya niha li Banka Cîhanê xebitî bû. Parlamenteran destpêkê Sagastî kirin Serokê Parlamentê. Bi vî rengî Sagastî li gorî Destûra Bingehîn bû Serokkomarê nû. Sagastî wê vê wezîfeyê heta Nîsana 2021'ê heta hilbijartinê dewam bike.

Piştî ku Martîn Vîzcarra ji ber sûcdariya nelirêtiyê ji aliyê parlamentê ji wezîfeyê hate girtin, roja Sêşemê Manûel Merîno weke wekîlê Serokkomar hatibû hilbijartin. Lê belê Merîno piştî çalakiyên şermezarkirinê yên bi rojan dewam kir, roja Yekşemê neçar ma ku îstifa bike. Di çalakiyan de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, bi dehan kes jî birîndar bûbûn.

Li Perûyê yek ji krîzên herî giran ên siyasî yên 20 salên dawî heye. Di nava hefteyekê de hilbijartina Serokkomarekî sêyemîn rewşa lawaz a sazîbûna li welêt nîşan dide.

Di sala 2018'an de Pedro Pablo Kûczynskî beriya ku dema wî ya serokkomariyê bi dawî bibe, neçar mabû ku îstifa bike. Kûczynskî bi bertîlê dihate sûcdarkirin. Heta niha herî kêm 4 Serokkomarê berê tevlî skandala nelirêtiyê bûne. Yekî ji wan jî dawî li jiyana xwe anî bû.